Rêveberiya HDP'ê encamên civîna xwe bi raya giştî re par ve kir
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê encamnameya civîna xwe par ve kir. Di encamnameyê de hate gotin, "Rejîma Erdogan ketiye zaboqekê. Bi hemû hêzên benda civakî re em ê têkoşînê gur bikin."
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê encamnameya civîna xwe par ve kir. Di encamnameyê de hate gotin, "Rejîma Erdogan ketiye zaboqekê. Bi hemû hêzên benda civakî re em ê têkoşînê gur bikin."
Meclîsa Partiyê ya HDP'ê îro daxuyaniyeke nivîskî da û encama civîna 30’ê Mijdarê ya li Enqereyê par ve kir.
Di danezanê de hate gotin krîza siyasî û aborî giran bûye, li Tirkiyê krîzeke giran a rêveberiyê heye û sedema vê jî ew e ku rejîma otorîter a yekdest dixwaze xwe ava bike.
Di encamnameyê de hate gotin 'rejîma Erdogan' şer, tundî, hejariyê li ser gel ferz dike, bi dubendîkirina civakê hewl dide ku temenê serweriya xwe dirêj bike û bi gotinên neteweperestî û nîjatperesttî û bi hevalbendiyên gemarî her çendî dixwaze bi pêş ve biçe jî ev rê diçe zaboqekê. Bi dewamî hate gotin, "Partiya me ya ku bi biryardarî têkoşîna aştî û demokrasiyê dide, tekane hêviya gelê Kurd, hêzên ked û demokrasiyê ye."
SÛRIYE
Di encamnameyê de gefa Sererkaniya Tirk (MGK) a li ser Efrînê hate bibîrxistin û hate gotin ên ku li Sûriyê şer tev didin, bi DAIŞ’ê û çeteyên guhartoyên wê re hevkariyê dikin, berpirsê mirin, tundî, koçberiya gelên Sûriyê ne û niha jî hewl didin pêvajoya ku bi vîna gelên Sûriyê û bi taybetî bi têkoşîna gelê Kurd ê li Sûriyê pêş ketî asteng bikin.
Bi domdarî hate gotin di vê pêvajoyê de tevdana babeta Efrînê, tê maneya dijminatiya li Kurdan û xizmetê ji wê re dike ku desthilatdariyên otorîter ên ku ji vê dijminatiyê dixwin dixwazin temenê xwe pê dirêj bikin û hate gotin, ‘’Lê êdî gelên me baş pê dizanin; çareseriya doza Kurd her wiha çareya hemû kêşeyên gelê me ne ku li benda çareseriyê ne. Li gel hemû hewldanên astengkirinê yên desthilatdariya berdest jî, li gel ku şer û tundiyê tev dide jî, li Sûriyê û Tirkiyê gelên me yên ku têkoşîna aştî û demokrasiyê didin wê bi ser bikevin.’’
REWŞA AWARTE
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê di encamnameyê de bal kişande ser Rewşa Awarte, hate gotin bi Rewşa Awarte re ‘hiqûqa darbeyê hatiye asayîkirin û li ser hemû qadên jiyanê bûye fişar’’ û hate gotin HDP li dijî ‘rejîma Rewşa Awarte’ wê bi hemû hêzên demokrasiyê re were cem hev, ji bo ku dawî li vê zextê bîne, bi hemû hêzên muxalîf ên civakê re têkoşînê geş bikin.
KONGREYA HDP’Ê
Di encamnmeyê de her wiha hate gotin HDP ber bi Kongreya xwe ya Asayî a 3’an ve diçe, ber bi dawiya Çile ya 2018’an ve, bi Sibatê re wê pêvajoya Kongreyê bidin destpêkirin.
BERXWEDANA JINAN
Meclîsa Partiyê ya HDP’ê dawiyê bal kişande ser polîtîkayên êrîş, zext û zordariyê yên desthilatdariyê yên li ser jinan û hate gotin tundiya li ser jinê bênavber didome û têkoşîna jinê bi xurtî bersiveke yekbûyî dide.
Her wiha hate gotin di Kongreya 3’an a Asayî de wê dengê jinan gurtir bibe, berxwadaniya xwe wê geş bikin û ‘îdîaya jiyana nû’ wê bi siyaseta rojane re dewlemend bikin.