Rêveberiya HDP'ê: Encam ne rewa ye; berxwedan wê bidome

Desteya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê diyar kir ku encamên referandûmê bi guman e û got, "Ew ê têkoşîna me ya heqîqet, edalet, aştî, demokrasî û azadiyê bidome."

Desteya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya duh a li ser pêvajoya dawîn bi 8 xalan bi raya giştî par ve kir.

Di encamnameyê de ev tişt hatin gotin:

"1.  Biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind a ku dibêje 'pûsûla û zerfên bêmohr jî wê werin qebûl kirin' li dijî zagonan e. Vê helwesta Desteya Hilbijartinê ya Bilind him li dijî destûra bingehîn e û him jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Desteya Hilbijartinê ya Bilind meşrûiyeta xwe ya hiqûqî ji dest daye û bûye saziyeke ne ewle. Vê biryara bi lez û li dijî hiqûqê û binpêkirinên din ên dengdayînê diyar kiriye ku tu meşrûiyeta demokratîk a encamên referandûmê tuneye.

2. Meşrûiyeta demokratîk ne bi tenê di dema dengdayînê de, di dema xebatên referandûmê de jî pêk nehatiye. Di şertên wisa de ku, Rewşa Awarte li dar bû û ligel Hevserokên me yên Giştî, 13 parlamenter û bi sedan rêveberên me yên navend, bajêr û navçeyê  û endamên me hatine girtin û wekheviya siyasî û mafên bingehîn ên mirovî hatine binpêkirin, xebatên referandûmê ji aliyê desthilatdariyê hatiye astengkirin û binpêkirinên mafan pêk hatine.

3. Ligel kampanyayên bi trîlyonan ên ku ji çavkaniyên raya giştî hatine wergirtin, ligel zext û astengkirinên giran ên dewletê û bomberdûmana medyayê ya yekalî, kesên ku gotine 'NA' helwesteke hêja nîşan dane. Ligel her cure dek û dolabên hilbijartinê 24 milyon hilbijêr nehatine qanihkirin. Destûra Bingehîn ku ji sedî 49 ango ji temamî gel nîvê wê jê re negotine erê, nîvmakezagon e , ne temam e. Tu meşrûîyeta vê destûra bingehîn tune.

Encam ji bo tifaqa AKP-MHP û tifaqa Erdogan-Bahçelî ne serfirazî ye, têkçûn e. Li hemberî vî tiştî hêzên demokrasiyê bi ser ketine. Ev encam ji bo têkoşîna demokrasiyê dûmahîka bihareke nû ye. Encamên li metropolên ku gelek kedkar lê dijîn, hêviyê didin mirov.

Derketiye holê ku tifaqa AKP-MHP û ya Erdogan-Bahçelî ji bo siberoja demokratîk a Tirkiyeyê roleke erênî bi cih neaniye. Vê tifaqa berjewendiyan a ku têk çûne û hêza xwe winda kirine dixwazin li ser encaman bi rikdarî bibin desthilatdar û tu meşrûiyeta vêya ya demokratîk tune. Destûra Bingehîn a Darbeyê ya 1982’yan ya ku ji sedî 95 hatibû erêkirin, 35 sal in nikaribûye bibe meşrû û di civakê de aramî û îstîkrar neaniye, ji her derê xwe darbe xwariye. Encama 16’ê Nîsanê jî wê tu carî aramî û îstîkrarê neyne, di civakê de wê neyê qebûlkirin. Bi dûrxistin, tunehesibandin, pêkutî û zilmê wê civak qanih nebe.

4. Bi nêzikatiyên ku welat dixe bin standarda demokratîk û rêgezên hiqûqî yên navneteweyî û raya giştî, sazî û têkiliyên navneteweyî bi tiştekî nahesibîne, desthilatdarî nikare bi pêş ve biçe. Vê feraseta ku dixwaze îdamê dîsa bîne, wê welat û civakê her roj ji normên mafên mirovî dûr bixe. Mirov nikare vê rewşê qebûl bike.

5. Tevî ku bajarên Kurdan hatin xerakirin û şewitandin, siyasetmedarên demokratîk dîl hatin girtin, şaredarî hatin desteserkirin û qeyûm li wan hatin bicihkirin, bi hezaran mirovên me yên dixebitin hatin binçavkirin û girtin, bi her awayî zilm hate kirin, di dema dengdanê de polîs, leşker û cerdevanan zordarî kirin, zexta dengdana bi rengekî vekirî hate kirin û hîleya pusûlaya bê mohr hate kirin jî, gelê Kurd xwedî li vîna xwe derket û li dijî zilma ku ev 2 sal in tê kirin, bi rêjeya ji sedî 60 heta 80 a dengê NA, sekna xwe ya bi biryar nîşan da. Gelê Kurd polîtîkayên qeyûm, terora desthilatdariyê û zext red kiriye. Careke din hatiye dîtin, ku gelê Kurd û nûnerên wê yên siyasî nebin, têkoşîna demokrasiyê bi ser nayê xistin.

Ev helwesta ku em bi rêzdarî silav dikin, di heman demê de dirêjkirina destê xwe ji hêzên aştî û demokrasiyê, ji welatiyên xwedî wijdan, ji rêxistinên civakî yên sivîl e. Her wiha banga geşkirina têkoşîna bi hev re ye.

6. Em hemû gelên xwe, hêzên demokrasî, ked û aştiyê û hemû welatiyên me yên xwedî wijdan silav dikin, ku tevî hemû zext, zordarî, newekhevî û hîleyan têkoşiya, bi biryardarî û rêxistinî li dijî vê tifaqê, vê desthilatdariyê û pêşniyara guhertinê têkoşiyan. Em pê bawer in; yên xwedî li vîna demokratîk derdikevin, ji bo siberoja demokratîk a welêt helwestê nîşan didin û bi biryardariyeke wiha tevdigerin, wê bi helwesta xwe ya hevpar di nava têkoşîna azadî, wekhevî, edalet, demokrasî û aştiyê de rê li ber guhertinên girîng veke. Ev sekna bi biryar û bi pîvan, wê bike ku yên dengê 'erê' dane xwe ji şaşitiyê vegirin.

7. Jinên ku di xebatên referandûmê de, li dijî zext û êrîşan sekneke bi biryar û rêxistinbûyî nîşan dan, careke din raxistin pêş çavan ku hêza rêveber a têkoşîna azadî û demokrasiyê ne. Jinan bi sekna xwe ya bi biryar a di têkoşîna wekhevî û azadiyê de, peyamên gelekî girîng dane hemû beşên civakê.

Ciwanên ku di vî karî de enerjî û afirîneriya xwe nîşan dan û rola xwe ya diyarker a di nava têkoşînê de careke din raxistin pêş çavan, dan xuyakirin, ku ne tenê di siberoja welêt de, her wiha di roja îro de jî hêzeke gelekî girîng a demokrasiyê ne.

8. Ji bo azadî û demokrasiyê, girîngiya têkoşîna hevpar careke din derketiye holê. Em ê tevî hemû endam, dengdêr, pêkhate û saziyên xwe, têkoşîna xwe ya ji bo destûreke bingehîn a demokratîk, azadîparêz û wekhev bidomînin. Di vê çarçoveyê de em ê hemû bingehên ji bo tevgerek hevpar a bi hêzên demokrasî, aştî û xwedî wijdan re, xurt bikin.

Em spasiya Hevserokên xwe, wekîlên xwe, hevşaredarên xwe û siyasetmedarên xwe yên demokratîk dikin, ku tevî ku li girtîgehan e bi peyam û dilê xwe bi me re ne. Em soz didin wan: Em ê hê bêhtir bixebitin. Em ê dîlana xwişk û biratiyê mezintir bikin. Şert û merc çi dibin bila bibin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo rastî, edalet, aştî, demokrasî û azadiyê dewam bikin. Siberoja wê ya kesên ku ji bo demokrasî, azadî û edaletê têdikoşin be."