Rêveberên Partiya Çep a Swêdê destek dan Leyla Guven
Rêveberên Partiya Çep a Swêdê tevlî kampanya Yekîtiya Jinê ya Sara bûn ku ji bo piştevaniya Leyla Guven dest pê kir û xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Rêveberên Partiya Çep a Swêdê tevlî kampanya Yekîtiya Jinê ya Sara bûn ku ji bo piştevaniya Leyla Guven dest pê kir û xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.
Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat, endamê Meclîsa Şaredariya Goteborgê Danîel Brenmar û Seroka Herêma Stockholmê ya Partiya Çep Elana Karlstrom bi dîmen peyam weşandin û bal kişandin ser rewşa Guven.
Danîel Brenmar diyar kir, mafên mirovan li Tirkiyeyê bi rêk û pêk tê binpêkirin û mûxalîf û Kurd tên girtin. Brenmar got, "Ji bo daxwazên Leyla Guven û girtiyên din bixin rojeva Konseya Ewropayê û rêxistinên din, em ê hewl bidin."
Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî got, Leyla Guven ji ber ku li ber dagirkeriyê rabû hatiye girtin û bi armanca bidawîkirina tecrîdê û şermezarkirina zordariya Erdogan ê dîktator, ketiye greva birçîbûnê. Rîazat got, ew û Partiya Çep wê heta dawiyê piştgiriyê bidin têkoşîna Guven.
Seroka Herêma Stockholmê ya Partiya Çep Elana Karlstrom jî anî ziman, Guven parlamentereke ku daxwaza demokrasî, mafên mirovan û wekheviyê dike û got, ew piştgiriyê didin têkoşîna Guven a ji bo naskirina mafên wan.