Rêvebera PYD'ê Şîlan Kobanê hate bibîr anîn

Rêvebera PYD'ê Şîlan Kobanê hate bibîr anîn

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Çilaxa bi rasthatina salvegera şehadeta rêvebera PYD'ê û tekoşera kurd Şîlan Kobanê merasîma bîranînê lidar xist.

Merasîm bi tevlîbûna dehan kesî li Mala Gel a Çilaxa bi rêzgirtinê destpê kir.Piştre endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Elî Şemo axivî û rêvebera PYD'ê Şîlan Kobanê ku di 29'ê mijdarê de li bajarê Mûsil ê Iraqê bi destê îxanetê hatibû qetilkirin bibîr anî. Şemo, destnîşan kir ku Şîlan û hevalên xwe li dijî kesên ku dixwestin fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan berûvajî bikin serî hilda û plana ku ji aliyê Trikê ve dihat meşandin vala derxistin.

Şemo, da zanîn ku şoreşa îro li Rjava berdewama berhmên Şîlan Kobanê û hevalên wê ne.

Piştî axaftinê merasîm bi dawî bû.