Remzî Kartal: Dewleta Tirk tengijî ye

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal got, dewleta Tirk a ji ber têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd ketî krîza aborî pir tengijî ye.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Goteborgê ji bo yek ji fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr ku bi êrîşa dewleta Tirk şehîd bûyî û ji bo Endamê Koordînasyona Êzîdî Zekî Şengalî bernameyek bîranînê çêkir.

ŞENGALÎ Û MAHÎR HATIN BIBÎRANÎN

Kartal piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên şoreşê li ser geşedanên li Kurdistanê û Tirkiyê axivî.

Kartal got Şengalî û Mahîr ên ku bi êrîşên dewleta Tirk şehîd bûne, şervanên azadiyê yên îdeolojîk, felsefî û xwedî tecrûbeya leşkerî bûn û li ber wan bejna xwe ditewîne.

Kartal got dewleta Tirk a ji ber têkoşîna  Tevgera Azadiya Kurd tengijî û ketî nav krîzeke giran a aboriyê her ku diçe bêhtir êrîşkar dibe û domand, ‘’Dewlet pir neçar maye. Ev krîza aborî encama şerê 3 salan ê li dijî me ye.’’

‘PROBLEMA ME YA MEZIN BI PERGALÊ RE YE’

Kartal got di nav konsepta wan de hilweşandin û tinekirina dewleta Tirk tine, ti pirsgirêka Tevgera Azadiyê bi şexsan re tine, pirsgirêka mezin bi pergalê re ye û piştî pirsa, ‘’ev konsepta vê pergalê dikare were tinekirin?’’ domand, ‘’

‘‘Belê, dikare. Ji bo vê jî têkoşîna me bi rengekî pir berfireh mîna li Rojava wê geştir bibe. Li Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê heta 15’ê Tebaxa sala dî bi hemû derfetên xwe em ê hewl bidin ku pergalê biguherînin. Alîkariya ku dewleta Tirk ji Ewropayê distîne jî bi têkoşînê divê em bidin rawestandin. Em ê hewl bidin ku gelên Ewropayê di vê mijarê de agahdar bikin.’’

Kartal got Tevgera Azadiyê planên dewleta Tirk ên li Idlibê xira kirine û dewleta Tirk pir tengijî ye. Kartal got dewleta Tirk piştî demeke ne dirêj li gel çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê di serî de ji Efrînê wê ji Sûriyê werin derxistin.

Kartal got ji bo teşîrkirina dewleta Tirk û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peywira mezin dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê.

Kartal got, ‘’Li derveyî welat heke beriya niha em saetekê dixebitîn niha divê em bikin du saet. Heke 2 saet bûn niha divê em bikin çar. Her kes neçar e ku keda xwe tevî vê têkoşînê bike.’’