Rejîmê li dijî Reqqayê êrîşa hewayî pêk anî
Rejîmê li dijî Reqqayê êrîşa hewayî pêk anî
Rejîmê li dijî Reqqayê êrîşa hewayî pêk anî
Balafirên rejîma Baasê gelek deverên bajarê Reqqa bombebaran kirin. Di encamê de 63 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.
Rêjîma Baasê komkujiyeke din li dijî welatiyên sivîl pêk anî. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku li Brîtaniyayê ye, ragihand ku duh balafirên rejîma Sûriyeyê 10 êrîşên hewayî li dijî gelek deverên Parêzgeha Reqqa ya Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de herî kêm 36 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 27 kesên din jî nasnameya wan nehatiye diyarkirin û bi dehan jî birîndar bûn. Hat gotin ku ji ber dijwarbûna rewşa birîndaran, dibe ku hejmara qurbaniya zêde bibe.