Rejîma Sûryeyê girtiyan weke mertal bikartîne
Rejîma Sûryeyê girtiyan weke mertal bikartîne
Rejîma Sûryeyê girtiyan weke mertal bikartîne
Hêzên rejîma Baas girtiyên zindana Misilmiyê ya Helebê wek mertal bikartîne. Di zindana Misilmiyê de 24 girtiyên siyasî ên Kurd hene. Girtî di nav tehlûkê de jiyan dikin, nan tune ye, av tune ye û rayedarên zindanê gefan li girtiyan dixwin û wan bi kuştinê tehdîd dikin, her wiha wan ji bo parastina xwe wek mertal bikartînin. Hin ji girtiyên kurd ên siyasî ji malbatên xwe re rewşa zindanan ya dijwar vegotibûn.
Zindana Misilmiyê ya Helebê 15 kîlometrî bakûr rojhilatê bajarê Helebê ye, zindana herî mezin li herêma bakûrê Sûriyeyê ye. Di zindana Misilmiyê de 24 girtiyên kurd ên siyasî tevî gelek girtiyên din girtîne. Ji beriya 3 mehan ve çekdarên Artêşa Azad zindan dorpêç kirine û carcaran êrîşî zindanê dikin û hewl didin ku ji destê rejîma Baas derbixin. Ji ber dorpêçkirina çekdarên muxalefetê xwarin ji ser girtiyan qut bûye, elêktrîk û av tune ye. Her wiha hêzên rejîmê girtiyan wek mertal li beranberî êrîşên rejîmê bikar tînin.
24 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN KURD HENE
Di zindana Misilmiyê ya Helebê de 24 girtiyên siyasî yên kurd hene, girtiyên kurd bi malbatê xwe re axivîn û diyar kirin ku ew bi mirinê re rû bi rû ne û hêzên rejîmê gefan li wan dixwin. Dayika girtiyê bi navê (T.R) diyar kir ku, ji berya 8 mehan ve ne çûne serdana kurê xwe yê girtî. Dayika (T.R) destnîşan kir ku kurê wê di zindana Edra ya li paytexta Sûryeyê Şamê girtîbû û di demên dawî de ew anîn zindana Misilmiyê ya Helebê.
Dayika (T.R) da zanîn ku girtiyên zİndana Mislimiyê ji ber pevçûnên di navbera hêzên rejîma Sûrİyeyê û çekdarên Artîşa Azad hatine çemberkirin û ji hemû pêdiviyên jiyanê bê parin. Dayika (T.R) got ku kurê wê gotiye rayedarên zindanê pêdiviyên wan ên jiyanî peyda nakin, rojê tenê piyalek birinc an savar bê ku tiştekî pê re bidin wan, nan û av jî tune ye.
‘ZAROKÊN ME BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ NE’
Dayika girtiyê kurd (T.R) derbarê jiyan kurê xwe de metirsîna xwe wiha vegot: “Em li ser zarokên xwe diltirsin, girtî ji aliyê hêzên Rejîmê û Artêşa Azad tên tehdîd kirin, zarokên me bi mirinê re rû bi rû ne.”
Dayika girtiyê kurd (Y.R) yê ji beriya 7 salan ve girtiye û 10 sal zindan lê hatiye birîn, da zanîn ku dema kurê wê hate girtin 16 sal bû, beriya salekê ji zindana Sêdnaya ya girêdayî Şamê anîn zindan Misilmiyê ya Helebê. Dayika (Y.R) diyar kir ku kurê wê telefona wan kiriye û ji wan re gotiye ku rewşa wan pir dijware, nan, av û ceyran tune ye û hêzên rejîmê wan wek mertal bikartînin û dema çekdarên muxalefetê êrîşî zindanê dikin wan bi mirinê tehdîd dikin. Jinên kurd bang li Heyva Sor a Kurd û rêxistinên mirovî kirin ku mudaxele bikin û alîkariya girtiyên ku bi mirinê re rû birûne bikin.
Beriya neha girtiyên zindana girtîgeha Misilmiyêya Helebê diyar kirin ku, hêzên rejîma Baas dema çekdarên Artêşa Azad êrîşî wan dikin wan bi kuştinê tehdîd dikin û wan ji bo parastina xwe dikin mertal. Her wiha rêxistinên navnetewî yên wek Heyva Sor hewildan ku erzaq û pêwistiyên jiyanî yên girîng bighînin zindanê, lê ji ber pevçûnên li herêma Çerxeriya Cendûl û topbaran dawî ya çekdarên muxalefetê ser zindanê hewlanên Heyva Sor pêk nehatin.
Zindana Mislimiyê heta niha jî hîn ji aliyê çekdarên muxalefetê ve dorpêç kiriye.