Rejîma Sûriyeyê gundên Efrînê bombebaran kir
Rejîma Sûriyeyê gundên Efrînê bombebaran kir
Rejîma Sûriyeyê gundên Efrînê bombebaran kir
Balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê şevê din gundên herêma Efrînê bombebaran kirin. Rojnamevanên ku bûyer ji nêz ve dişopandin jî rastî êrîşa balafirên rejîmê hatin.
Şevê din balafirên hêzên rejîmê gundê Başemrê û gundê Mezin ên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de tiştek bi welatiyan nehat, lê ziyana madî gihişt malên gundiyan.
Nûçegîhanên ANHA û yên Ronahî TV ku dixwestin bûyerê ji nêz ve bişopînin jî rastî êrîşa balafirên rejîma Sûriyeyê hatin. Nûçegîhan ji êrîşê bi saxî filitîn, lê gelek parçeyên bombeyan li wesayîta wan ketin.
Têkildarî mijarê Fermandarê YPG'ê yê herêmê Elî Efrînî destnîşan kir ku şevê din balafirên rejîmê herêma di bin kontrola wan de bombeebaran kirin û ev êrîşên ku pêk hatine piştrast kir.