Rejîma Sûriyeyê dema agirbestê kir 3 roj
Hat ragihandin, 'agirbesta însanî' ya li Helebê, ku hêzên rejîmê dor lê girtine û Rûsya jî ji hewayê bombeyan lê dibarîne, wê 3 rojan dewam bike.
Hat ragihandin, 'agirbesta însanî' ya li Helebê, ku hêzên rejîmê dor lê girtine û Rûsya jî ji hewayê bombeyan lê dibarîne, wê 3 rojan dewam bike.
Li rojhilatê Helebê şerê navbera komên çete û rejîma Sûriyeyê dewam dike. Li ser banga civaka navneteweyî, îro saet di navbera 08:00-16:00 de 'agirbesta însanî' hatibû ragihandin.
Li gorî daxuyaniya dawî ya ji aliyê rêveberiya Sûriyeyê ve hat dayîn, agirbesta ku dihat plankirin îro bi roj bê kirin, wê sibe û roja Şemiyê jî bê dubarekirin. Di nûçeya ajansa nûçeyan a fermî SANA de hat ragihandin, agirbest wê rojên 20, 21, 22'ê Cotmehê saet di navbera 08:00-16:00 de bi cih were anîn.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin, ku tê xwestin, çeteyên li rojhilatê bajêr asê man e çekan deynin û teslîm bibin.
Di daxuyaniyên beriya niha yên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê de hatibû gotin, agirbest wê bi tenê ji bo îro û 8 saetan be. Lê belê di daxuyaniyeke din a Rûsyayê de ku duh hat dayîn, hatibû ragihandin ev agirbest wê 11 saetan bidome.
Bi destpêkirina 'agirbesta însanî' re wê bomberdûmana hewayî û bejahî ya li ser bajêr biqede. Di nava vê demê de ji çeteyan tê xwestin ji herêmê derkevin û teslîm bibin.