Rejima Îranê li Kerec girtiyek din darve kir
Rejima Îranê li Kerec girtiyek din darve kir
Rejima Îranê li Kerec girtiyek din darve kir
Li girtîgeha Recaî Şehr ya Kerecê kesek hate darvekirin.
Tevî nerazîbûnan jî rejima Îranê bê navber welatiyan darve dike. Di vê çarçoveyê de girtiyek li zindana Recaî Şehr ya Kerec hate darvekirin.
Li gorî raporteke ajansa HRANE, roja Yekşema borî, serê sibê li girtîgeha Recaî Şehr ya bajarê Kerec kesek ku navê wî nehate zanîn, bi îdîaya ku bazirganiya madeyên hişbir kiriye hate darvekirin.
Li gorî daneyên fermî yên rejîmê, ji serê sala zayînî ve heta niha li Îranê 34 kes hatine darvekirin. Lê saziyên parastina mafê mirov îdîa dikin ku, Îran gelek girtiyan bi dizî darve dike, hejmara rast ji vê zêdetire.