Rejîma Îranê kesek din li girtîgeha Zahîdanê darve kir

Rejîma Îranê kesek din li girtîgeha Zahîdanê darve kir

Rejîma Îranê duh li Girtîgeha Navendiya Zahîdanê kesekî din jî darve kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî duh ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve girtiyê bi navê Mihemed Muînî  ji ber sedema gunehbariya kuştinê li Girtîgeha Navedî ya Zahîdanê hatiye bi darvekirin.

Mihemed ji ber sedema gunehbariya kuştinê 8 sale li Girtîgeha Zahîdanê di hat ragirtin. Dadgeha Giştî ya Zahîdanê cezayê darvekiriê lê birî bû.

Di dema darvekirinê de kesên ku di derbarê wî de doz ji vekirîbûn amade bûn.

Piştî hatina Hesen Rûhanî pêlên darvekirinê li Îranê zêde bûn. Di nava hefteya dawiyê de ji aliyê rejîma Îranê ve yek jê Kurd û yek jî jin bi giştî 12 kes hatibûn bi darvekirin.