Rejîma Îranê kasibkarekî din yê Kurd qetil kir

Rejîma Îranê kasibkarekî din yê Kurd qetil kir

Hêzên rejîma Îranê duh li herêma Mako kasibkarekî Kurd yê binavê Mûsa Îsrar qetil kir.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, roja Çarşemê kasibkarekî Kurd ê binavê Mûsa Îsrar ku xelkê Dêm Qişlaqî girêdayî bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên çekdar ên rejima Îranê ve hatiye gulebaran kirin û qetilkirin.

Çavkaniyan ragihandin ku, 3 gule li singê kasibakarê Kurd Îsrar ketiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku, duh cenazeyê Îsrar ji aliyê xelkê herêmê ve spartine axê.

Li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe kuştinên kasibkarên Kurd zêde de dibe, yek ji sedemên kasibkarî kirinê siyaseta dewletê ya hejar kirina gelê herêmê ye. Rejîma Îranê ji derveyî vî karî tu derfetek din nade wan û siyasetek cudaxwaz li himber Kurdên Rojhilat didin meşan din. Ji ber vê jî salane bi dehan kasibkarên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve tên qetil kirin û girtin.