Rejîma Îranê 3 kesên din jî bi dar ve kir
Rejîma Îranê 3 kesên din jî bi dar ve kir
Rejîma Îranê 3 kesên din jî bi dar ve kir
Ji aliyê Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve îro li Girtîgeha Dîzil Abadî ya bajarê Kirmanşanê bi sedema kuştin, bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişber 3 kes hatin bidarvekirin.
Di vê der barê de çapemeniya Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku, îro li Girtîgeha Dîzil Abadî ya bajarê Kirmanşanê bi sedema kuştin, bikaranîn û bazirganiya maddeyên hişber 3 kes hatine bidarvekirin.
Cigirê Dadwerê Giştî yê Kirmanşanê ji got, “Yek ji wan kesên hatine bidarvekirin ji ber sedema bazirganî û bikaranîna maddeyên hişber e û her duyên din jî ji ber kuştina kesan hatine bidarvekirin.”
Hêjayî gotinê ku piştî hilbijartinên Serokkomariya Îranê siyaseta bidarvekirinê zêde bûye û her roj ji ber sedemên cuda cuda hemwelatiyan bi dar ve dike. Şik û gumana Rêxistina Mafê Mirovan a li Îranê û Rêxistinên Navneteweyî di vê der barê zêde dibe.