Mesût Ozîl ku beriya 24’ê Hezîranê bi Erdogan re wêne girtî, Tîrmeha bihurî got, ew ji tîma gokê ya Elman vediqete. Ozîl got, ‘Ez ê dîsa bi Erdogan re wêne bigirim’, îdîa kir ku Federasyona Gokê ya Elmanya ‘nîjatperestiyê’ lê dike.
Li pişt vê îstîfaya Ozîl AKP derket. Wekîlê Serokê 1. Ê Federasyona Gokê ya Tirkiyê (TFF) li xwe mikur hat, rejîma AKP’ê ji bo ku Şampîyoneya Gokê ya Ewropa ya 2024’an li şûna Elmanya bidin Tirkiyê skandala Ozîl bi kar anîn.
Piştî îstîfaya Ozîl Yardimci ji ‘Însîde World Football’ re axivî û got piştî îstîfaya Ozîl şansê Elmanya ji bo 2024’an nemaye û got ew ji vê skandalê hêviyan dikin. Yardimci got piştî bûyera Ozîl avantajay Tirkiyê ji ya Elmanya zêdetir bûye.
27’Ê Îlonê li paytexta Irlanda Dublînê wê diyar bibe bê ka Şampîyoneya 2024’an a Gokê ya Ewropayê wê li kûderê were lîstin. Di pêşbirkê de ku Tirkiye û Elmanya namzet in, nûnerê 18 welatan wê dengan bidin.