Rejima Şamê li du wasayîtên zirxî yên Tirkiyê xist

Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Suriyê, diyar kir ku rejîma Şamê li herêma Îdlibê li du wesayîtên zirxî yên Tirkiyê xistine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Mala Çavdêriyê ve hate kirin, li nêzî gundê Meîzeraf a herêma Çiyayê Zaviye ya li başurê Îdlibê, du wesayîtên zirxî yên artêşa Tirkiyê kirine hedef.

Hate diyarkirin ku hêzên rejîma Sûriyê wesayîtên zirxî kirine armanc û ne hate zanîn ku windahiya canî heye yan na.