Rehînbûna 11 Efrîniyan wê bidome

11 sivîlên ji Efrînê ku OSO ew li Efrînê hêsgîr girtin û radestî MÎT'ê kirin, dîsa nehatin berdan.

Di çaremîn rûniştina doza 11 Efrîniyêan de, ku ji aliyê OSO'yê ve hatibûn girtin û radestî MîT'ê hatibûn kirin,  dîsa kesek nehate berdan. Parêzeran diyar kir ku îfadeyên muwekîlê wan ji aliyê OSO'yê ve bi gef û îşkenceyê hatiye standin.

Çaremîn rûniştina doza 11 Efrîniyên sivîl ku ji aliyê OSO'yê ve li Efrînê hatibûn girtin û radestî MîT'ê  kirin, li Duyemîn Dadgeha Cezaya Giran a Hatayê hat berdewam kir. Çapameniya alîgir a di bin kontrola desthilatê de radestkirina Efrîniyan weke "operasyoneke taybet" nîşan dabû û ji ber vê sedemê bi tewanbariya "hilweşandina yekitî û tevahiya dewletê û kuştina bi zanebûn" doz li wan hatibû vekirin. Di rûniştinê de, ku parêzerên Efrîniyan amade bûn, piştî diyarkirina nasnameyan, darizandin dest pê kir. Destpêkê sivîlên ku girtî tên darizandin mafê axaftinê girtin û tewanbariyên li hemberî xwe red kirin û daxwaz kirin ku bên beratkirin û berdan. Heyeta dadgehê biryar da ku axaftinên bi telefonan ên bi Erebî û Kurdî ji bo deşîfrekirinê ji pisporan re bê şandin. 
 
Parêzerên ku parastin kirin gotin Efrînî 12 rojan ji aliyê endamên OSO'yê Ebû Saîd û Ebû Adnan ve hatine îşkencekirin û paşê radestî cendirmeyan kirine. Parêzeran ragihand ku her yazdeh Efrînî li Qereqola Cendirmeyan a Bajar a Hatayê jî ji aliyê Ebû Saîd û Ebû Adnan ve di îşkenceyên giran re hatine derbaskirin û ji bo îmzekirina îfadeyê bi hevjîn, dayik û zarokên xwe hatine tehdîtkirin. Parêzeran destnîşan kir ku muwekîlê wan ji ber van gefan  bêgav mane ku îfadeyên hatine nivîsandin îmze bikin. Parêzeran herî dawî derbarê leşkeran de ku tê angaştkirin  ji aliyê Efrîniyan ve hatine kuştin jî agahî da û ragihand ku leşker bi parçeyên şarapnelê hatine kuştin û tu eleqeya muwekîlê wan bi buyerê re tuneye û daxwaz kir ku muwekîlê wan bên berdan.