Refa Kurdî vebû, mamosta tune ye!

Refa Kurdî vebû, mamosta tune ye!

Li Dibistana Navîn ya Yavûz  Selîm ku li avahiyên TOKÎ ya li Uzundereyê ye, 13 xwendekaran dersa Kurdî ya hilbijêr hilbijartin. Ref hat vekirin lê ji ber ku mamosta tuneye, ders vala derbaz dibin.

Herêma Kadîfekale ya Îzmîrê ku herî zêde Kurd lê dijîn di bin navê “vegera bajar” çûbûn avahiyên TOKÎ ên Uzundereyê. Avahiyên TOKÎ ku hertim bi pirsgirêkên rê, binesazî û çûn-hatinê tê rojevê, vê carê jî di qada perwerdeyê de hate rojevê.

Li gorî giştînameya ku MEB’ê têkildarî dersa hilbijêr weşandî, tê gotin ku ji bo dersa hilbijêr li dibistanê bê xwendin û ref were vekirin pêwîste herî kêm 10 xwendekar serlêdanê bikin. Eger jimar negehe 10 xwendekaran nayê vekirin.

MAMOSTAYÊ KURDÎ TUNEYE

13 xwendekarên ku dersa hilbijêr ya Kurdî hilbijartin, ji bo wan ref hate vekirin. Demekê mamostayekî zimanê Kurdî dizanî ‘dildarî’ tevlî dersan bû. Nivîskên ku daxwaza ‘mamosta’ ji Midûriyeta Bajar ya Perwerdeya Netewî hate kirin jî bersiva nerênî hat. Midûriyetê got, ‘Mamostayên bi sertîfîka tune ne” û daxwaza mamostayê Kurdî redkir.

Niha li rexmî ref hatiye vekirin jî ji ber nebûna mamsota ders vala derbaz dibin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin; malbatên ku dixwazin ji bo zarokên xwe dersa hilbijêr ya Kurdî hilbijêrin jî ji ber vê sedemê nikarin tercîh bikin.

MALBATAN BERTEK NÎŞAN DA

Malbatan bertek nîşanda ku, li rexmî ref hate vekirin jî mamostayê Kurdî tuneye, gotin “Mamostayên ku ji KURDÎ-DER’ê sertîfîka girtine hene, lê belê ji ber ku dewletê bi fermî KURDÎ-DER neqebûl nekiriye, mamostayên ku ji wir tên nikarin dersan bidin. Di binya dewletê bixwe de jî tu cihên ku sertîfîkaya perwerdeya Kurdî bidin jî tuneye. Zarokên me Kurdî hilbijartin lê dîsan jî rastî astengiya dewletê hatin.”

Li aliyê din jî ji xwe derketibû çapemeniyê ku, li Îzmîrê li hinek dibistanan xwedekarên xwestine dersa hilbijêr ya Kurdî tercîh bikin lê ji aliyê mamostayan ve hatine astengkirin.