Redkarê wijdanî Erem: Heta ez bijîm kes nekare çekê bide destê min
Redkarê wijdanî Erem: Heta ez bijîm kes nekare çekê bide destê min
Redkarê wijdanî Erem: Heta ez bijîm kes nekare çekê bide destê min
Rojnameger Onur Erem jî yek ji redkarên wijdanî ku pergala hiyerarjîj, mîlîtarzma li gel tê ferzkirin red dikye. Onur Erem yê 25 salî ku di di nava damezrînerên Komeleya Redkarên Wijdanî de cih digire, diyar dike ku ew naxwaze bibe parçeyekê şeran û li dij yek tiştî ye. Erem wiha got: “Bila komkujiyên dewleta tirk yên li ser gelê kurd bi dawî be. Heta ez bijîm kes nekare çekê bide destê min.” Erem ji ANF’ê re nêrînên xwe vegot.
Erem da zanîn ku ji zarokatiya xwe de heta niha her tim li dijî pergala Tirkiyeyê ji perwerdehiyê bigire heta hundirê malê bi berteke û lê wê demê nekarî navek lê bike û wiha got: “Ez dema di lîseyê de bûm bi hevkariya rojnamegerên sosyaslît, min hîn kir ku çi tê serê ciwanên ku redkariya xwe ya wijdanî aşkera dikin û ji wê demê û şûnde ez bi mijarê re eleqeder bûm. Dema min sedema reda wijdanî lêkolîn kir, min ferq kir ku ez bi wan re di heman fikrî de me. Bi salaya vê min dest bi lêpirsîna pergalê kir.
BI WEZARATA PARASTINÊ RE TÊKILIYEK BALKÊŞ
Erem wiha pê de çû: “Di sala 2010’an de di çarçoveya agahî girtinê de min serî li Wezareta Parastina Netewî da. Min ji wan re nivîsî ez redkarî wijdanîme û naxwazim biçim leşkeriyê. Min ji wan re got hun çi cezayê bidin û çi îşkenceyê li min bikin. Piştî hefteyekê bersiv hat. Ji min re gotin mafekî te yê wisa nîne. Li ser vê dîsa min nivîsek şand. Li ser vê yekê j imin re gotin neçûyîna leşkeriyê ji 2 mehan destpê dike heta 3 salan cezayê girtîgehê heye. Ew bersiv jî ne têr bû. Ji ber ku nedigot piştî ceza dê çi bê serê te. Lê ez bi serde neçûm.
PERGALEKE CUDAYE
Di 2011’an de ji Şaxa Leşkeriyê ya Nîgdeyê kaxizek hat. kaxiza leşkeriyê bû. Min zanîngeh nû qedandibû. Min ji bo lîsansa bilind xwe amade dikir. Ji ber vê divê min tecîl bikira. Kaxiz ji Nîgdeyê re hatibû şandin. Agahiya min pê tunebû. 100 TL ceza dan bû. Ez ji bo tecîlê çûm Şaxa Leşkeriya Beykozê. Ez di bin kontrola tenduristiyê de derbas dibûm. Di kaxizekê de digot ger kesên ameliyat bibûn nekarin leşkeriyê bikin. Ez kêfxweş bû. Li vir pergal wisa cudaye ku mirov ji nexweşiya xwe re jî kêfxweş dibin.
JI YÊN XWENDAYÎ RE NUMARE, YÊ NE XWENDAYÎ LÊDAN
Ez çûm Gayê. Mehekê divê mirov biçûna. Li wir her kes di rêzê de bû. Ji bo encam girtinê em rojekê di rêzêde man. Ji ber vê jî mehekê ez çûm û hatim. Ji yên xwendayî re cuda nêzîk dibûn, yên nexwendayî jî heqeret dikin. Muameleya xerab li gel dikin.
BANGA REDA MÎLÎTARÎZMÊ
Erem da zanîn ku ew naxwaze bibe parçeyekê şer û got divê komujiya dewleta tirk ya li hemberî gelê kurd demildets bi dawî be.