Redkarê wicdanî Erdem hat girtin
Redkarê wicdanî Erdem hat girtin
Redkarê wicdanî Erdem hat girtin
Redkarê wicdanî Onûr Erdem ê serlêdana wî ya penaberiyê ji aliyê Komara Rûm a Qibrisê ve hat redkirin, radestî Tirkiyê hat kirin. Erdem hat girtin û li Girtîgeha Leşkerî ya Kasimpaşayê hat bicihkirin.
Redkarê wicdanî Onûr Erdem ê serlêdana wî ya penaberiyê ji aliyê Komara Rûm a Qibrisê ve hat redkirin, îro danê sibê bi balafirekê anîn Balafirgeha Ataturkê. Erdem destpêkê birin Fermandariya Seha Deryayê ya Bakur û ew derxistin pêşberî dadgeha leşkerî. Erdem ji aliyê dadgehê ve hat girtin û li Girtîgeha Lekerî ya Kasimpaşayê hat bicihkirin.
Li gorî agahiyên parêzer Komeleya Redkarên Wicdanî Davût Erkan ê bi Onûr Erdem re hevdîtin pêk anî, "Der heqê Erdem de bi sûcdariya reviyaye Dozgeriya Leşkerî ya Gelîbolûyê lêpirsîn daye destpêkirin û ji ber fermana girtina wî, ew derxistine pêşberî Dozgeriya Leşkerî ya Kasimpaşa. Li vê derê jî, ji bo bişînin Gelîbolûyê biryara girtina rê, hatiye dayîn.
Erdem h ina li Girtîgeha Leşkerî ya Kasimpaşayê tê ragirtin û tê payîn herî dereng heta 2 rojan wî bişînin Gelîbolûyê.