RedHackê êrîşê YOK’ê kir: 60 hezar dokuman bi dest xist

RedHackê êrîşê YOK’ê kir: 60 hezar dokuman bi dest xist

Koma aktîvîstên sîber RedHack, êrîşeke ferazî bir ser YOK a ku bermayek a derbeya faşîst a 12’ê Îlonê ye. Redhackê ragihand ku wana tevî belgeyên “veşartî” 60 hezar belge û dokuman bi dest xistine.

RedHackê bi rêya twiterê ragihand ku ew ketine malpera parvekirina elektronîk a YOK’ê (Qanûna Hîndekariya Bilind) ya Tirk ya bi navê ebys.yok.gov û tevî tevî belgeyên “veşartî” 60 hezar belge û dokuman bi dest xistine.

Komê ragihand ku wana “fîşa YOK”ê kişandine û belgeyek a gendeliyê ya Zanîngeha Giresûnê ku veşartî bû weşand.