Rêbaza îşkenceyê ya salên 90'î feleqe ji nû ve tê bikaranîn

Rêveberên Komeleya Civaka Sivîl dan xuyakirin, ku îşkenceya feleqeyê êdî li girtîgehan gelekî tê kirin û bal kişandin ser pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên girtiyan. Li girtîgehan şîdeta zayendî jî zêde bû.

Bi operasyonên AKP'ê yên piştî darbeya 15'ê Tırmehê re hejmara girtiyan gelekî zêde bû. 34 hezar kes piştî darbeyê bi îdîaya "endametiya FETO yan jî darbekariyê" hatin girtin. Her wiha 6 hezar kes jî bi sedemên siyasî û edlî hatin girtin.

Hikûmetê, ji bo cih di girtîgehan de çêbike efû dexist û 37 hezar kes berda.

Lê belê pirsgirêka yekane ya girtîgehan ne zêdebûna hejmara mirovên li girtîgehan e.

Ji rêveberên komeleya Civaka Sivîl Bêrîvan Korkût, Ezgî Dûman û Mûstafa Eren, rewşa li girtîgehan ji ANF'ê re nirxandin.

Nirxandina destpêkê ya Mûstafa Eren bi vî rengî ye: "Bûyerên binpêkirina mafên mirovan piştî ragihandina Rewşa Awarte zêde bûn. Lê belê zêdebûna li girtîgehan bi Rewşa Awarte re dest pê nekiriye."

Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberên komeleyên ve hatin dayîn, pirsgirêka bingehîn a piştî ragihandina Rewşa Awarte rû da, sirgûnên bi rengekî girseyî tên kirin.

Têkildarî sirgûnan daneyekî şênber nîne. Eren dibêje, "Heta ku dewlet daneyên xwe eşkere neke, ti ji rêxistinên civaka sivîl nikare daneyan li ser rewşa giştî peyda bikin."

Lê dane nebe jî hin girtîgeh bi temamî hatine valakirin. Yek ji van jî Girtîgeha Sîncanê ye.

Bêrîvan Korkût dibêje, "Berê 3-4 girtî dihatin sewqkirin, lê niha 20-30 kes tên veguhastin."

Ezgî Dûman ku di heman demê de partêzer e, nameya girtiyeke jin bibîr xist û got, "Ji min re nivîsandibû ku di her kêliyê de dikarin bavêjin ser qewîşên wan û wan sirgûnî girtîgeheke din bikin."

Mûstafa Eren ê ku 6 sal in li komeleyê dixebite, da xuyakirin ku di serlêdaneke li wan hat kirin de, di nava 6 salan de cara yekemîn qala îşkenceya feleqeyê hatiye kirin û got, "Ev 6 sal bûn, di serlêdanan de ti carî nehatibû gotin 'min xistine feleqeyê'. Feleqe rêbazeke îşkenceyê ya salên 90'î bû, ku hingî qediya bû. Lê belê êdî serlêdanên di vî warî de li me tê kirin û tê gotin, 'min dixin feleqeyê, ji pişt ve keleçpe dikin û li hewşê bi erdê re kaş dikin'. Hin ji girtiyan dibin odeyên cuda û li wir li wan tê xistin."

Yên ku dibêjin îşkenceya feleqeyê li wan tê kirin, bi giranî girtiyên siyasî yên çep û Kurd in.

Bêrîvan Korkût bal kişand ser lêgerîna bi tazî û ragihand, ku dema girtî vê yekê qebûl nakin, dibin hedefa lêdanê.

Korkût dibêje, di nameyeke ji Girtîgeha Tîpa F ya Kiriklarê de ji wan re hatiye ragihandin, ku tevî gardiyanan, polîs jî tevlî lêgerîna li girtîgehan dibin.

Hişyariyeke din ku Korkût dide, li ser rewşa tendurisityê ya girtiyan e û dibêje, "Di mijara tenduristiyê de wê di demeke nêz de gelek pirsgirêkên giran rû bidin. Tevî nexweşiyên rojane, tedawiya girtiyan nayê kirin. Nexweşê diyalîzê nikare biçe diyalîzê, yê kanserê nikare biçe kemoterapiyê. Ev yek wê zerareke mezin bidin."

Parêzer Ezgî Dûman destnîşan kir, ku şîdeta zayendî ya li girtiyên jin di dema dawî de gelekî zêde bûne.

Bêrîvan Korkût ragihand, ku nameyên girtiyan jî tên desteserkirin û got, "Wekî din êdî nikarin hemû rastiyan binivîsînin. Mînak; eger di dawiya nameyê de dibêjin bi lezgînî parêzer bişînin vê derê, hingî em fêhm dikin ku rewş gelekî cidî ye."

Parêzer Ezgî Dûman nameyeke girtiyekî ku hwl dida hebûna îşkenceyê vebêje bibîr xist û got, "li şûna peyva 'îşkenceyê' tîpa 'î' nivîsandiye. Ji ber ku ditirse dema 'îşkence' binivîsîne, name negihêje ber destê me."

...