RCS ên Rojava êrîşa li Kobanê şermerzar kirin
RCS ên Rojava êrîşa li Kobanê şermerzar kirin
RCS ên Rojava êrîşa li Kobanê şermerzar kirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê êrîşa hovane ya li dijî navenda Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê şermezar kir û da zanîn ku ev kiryar li dijî hemû zagonên mirovahiyê ye. Tevgera Gelê Kurdistanê jî (TGK) êrîşa hovane şermerzar kir û banga yekîtiyê li partiyên Kurd kir.
Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên Rojavayê Kurdistanê, êrîşa bombeyî ya li Kobanê şermezar kirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê der barê êrîşa hovane ya li dijî navenda Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev kiryara hovane li dijî hemû pîvan û zagonên mirovahiyê ne. Rêxistinê bang li hemû saziyên navnetewî kir ku li hember van kiriyar helwesta xwe nîşan bidin.
Di daxiyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojavayê Kurdistanê de ev tişt hatin gotin: "Em êrîşa hovane ya li dijî navenda Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê ku jin û zarok jî di nav de zêdeyî deh kesan jiyana xwe ji dest dane, bi tundî şermezar dikin."
Di dewama daxuyaiyê de hate destnîşan kirin ku êrîşên li dijî saziyên sivîl û mirovahî li dijî hemû pîvan û zagonên mirovahiyê ne. Di daxuyaniyê de ji sazî û rêxistinên navneteweyî hate xwestin ku van kiryaran şermezar bikin û li gor zagon û pîvanên navneweyî tevbigerin û li hember van kiriyaran helwest nîşan bidin.
TEVGERA GELÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞA LI DIJÎ HEYVA SOR ŞERMEZAR KIR
Navenda Ragihandinê ya Tevgera Gelê Kurdistanê (TGK) jî der barê êrîşa hovane ya li dijî navenda Heyva Sor a Kurd li bajarê Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku nîjadperestên Ereb hewl didin ku bi rêya hin komên Îslamî li herêmên Kurdî şerên naxweyî pêk bînin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya TGK'ê ev tişt hatin gotin: " Têgehên nîjadperestiyê bûne sedemên wêranî û mirinê. Di demên dawiyê de hin aliyên nîjadperest ên Opozisyona Erebî hewil didin ku bi rêya hin komên Îslamî şerên naxweyî derbasî herêmên Kurdan bikin."
TGK'ê diyar kir ku komên çete, piştî ku di êrîşên xwe yên çekdarî de têk çûn dest bi kiryarên hovane yên li dijî sivîlan kirine.
Di dewama daxuyaniya TGK'ê hate gotin: "Em vê kiryara hovane ya li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikin û em hem hêzên rejîmê hem jî yên Opozisyonê ji ber van êrîşan tewambar dikin."
TGK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê kir da ku li hember van êrîşan yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.