Rastî û derewa faşîzmê

"24'ê Hezîranê ew dem e ku li ber zilm, barbarî, hovîtiya dîktatorî û rejîma faşîst rabin û bi coşeke mezin govenda azadiyê bigerînin... Dem dema gelan e."

Bloka faşîst a AKP-MHP'ê çend roj beriya hilbijartinê çerxa xwe ya derew û manîpulasyonê xurt digerîne. Li aliyekî, xapandina gel bi derewa 'operasyona mezin a li dijî Qendîlê', li aliyê din hewldanên ji bo manîpulekirina komkujiya xwe ya li Pirsûsê kirine û 'pisgirêkên mayindetiya dewletê' ku qet naqedin...

AKP'ê û dîktator Erdogan bi hezeyana şerê man û nemanê xwe ji bo hilbijartinê amade kirin. Xuya ye fêhm kirine ku dema wan qediya ye, lewma hewl didin êrîşkariya barbarî û derewan bi gel bidin qebûlkirin. Rast e, şerekî man û nemanê didin. Dibe ku di nava vê xwînê de ya ku dirijîne yekane rastiya wan ev e. Ji ber ku hebûna wan xwe dispêre paradîgmaya feraseta yek netewe-yek dewletê, ku felsefeya avabûna komarê ye. Sedema wan a hebûnê xwe dispêre înkarkirina Kurdan û nasnameyên din. Ji ber ku qebûlkirina hebûna gelê Kurd û mafên wan ên kolektîf tê wateya înkarkirin an jî îflasa feraseta yek netewe. Bi gotineke din mirov dikare bêje ku ev yek tê wateya îflasa sedemên hebûnê yên MHP û AKP'ê. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, sedema xirecira van hêzan baştir tê fêhmkirin. Rêxistiniyên ku pirsgirêkan diafirînin, ew xistine nava çerxeke wiha ku ji krîzan pêk tê. Dema ku hewl didin krîzan ji holê rakin û li ser bingeha dijberiya li nirxên civakî hewl didin hebûna xwe biparêzin, di heman demê de di nava xwe de jî şerekî mezin ê ji bo desthilatdariyê dikin. Bêguman ev yek encameke xwezayî ya zîhniyeta desthilatparêz e.

Di vir de xala ku em divê bala xwe bidin ser û hay jê hebin ew e; sîstemên faşîst ên desthilatparêz li gel bikaranîna civakan ji bo meşrûiyeta xwe ya di şerê hegemonya de, derewên mezin weke rastiyê, rastiyan jî mîna derewan nîşan didin. Di vê mijarê de şareza ne. Bi manîpulasyonên îdeolojîk û pratîk zextê li beşên civakê dikin ku xwe li aliyekî hêzên desthilatdarparêz bigirin û bibin fîguranekî lîstika hegemonyayê. Eşkere ye, li Tirkiyeyê ji her demê bêhtir di dema desthilatdariya AKP'ê de saziyên lêkolînê ya stratejîk, pispor û saziyên ramanê yên xwe dispêrin dewlet û desthilatdariyê hene û serwer in. Desthilatdarî dema ku hewl dide civakê li her qadê bixe nava şêweyekî, bi rêya plansazî, tesnîfkirin, diyarkirin, sererastkirin û xapandinê dixwaze civakê li dora senteza Tirk-Îslamê homojen bike. Bi vê armancê destpêkê li ser tevna medyayê bûye serdest, piştre jî gelek saziyên ku vê yekê temam dike afirand. Em ji tecrûbeyên giran ên berê zanin; ji Elmanya Hîtler heta Îtalya Mûssolînî û polîtîkaya Fransayê ya qirkirinê ya li Cezayîrê, ji dîktatoriyên li Latîn Amerîkayê heta rejîma nîjadperest a Afrîka Başûr û welatên Kongo Rûanda yên piştî sala 1945'an qirkirinên gelekî giran lê bûn, di nava dîktatoriyên faşîst û faşîzmê de xapandina girseyên gel bi derewan û manîpulekirin rêbazeke esas e û weke polîtîkaya dewletê bi cih tê anîn.

Nîjadperstî, neteweperestî, lîdertî, antî-komunîzm, kontrolkirina medyayê û ferzkirina weşanên li gorî îdeolojiya heyî li ser saziyên çapemeniyê taybetmendiyên bingehîn ên faşîzma Hîtler bû. Ev hemû niha li Tirkiyeya Erdogan zindî bûne. Mîna li faşîzma Elman, dirûşma 'yek ziman, yek al, yek dewlet, yek milet' bûye ruhê vê pêvajoyê. AKP bi pratîka xwe ya endezyariyê re, paralelî netewperestiya ku senteza Tirk-Îslamê ye, hewl dide  'civaka şer' biafirîne. Mîna yên beriya xwe, bi demagojiya 'têkoşîna li dijî terorê û dijminên derve' hewl dide civakê dîzayn bike. Wekî din, em ji mînakên faşîzmê zanin ku ji bo gelekî bikin qurbanê qirkirinê, ji bo nehêja bê nîşandan, divê weke bingeha hin pêkanînan bê nîşandan. Gelê Yahûdî jî weke bingeha nefret û nebaşiyê hatibû nîşandan. Ev yek xistin mejiyê civaka Elman û kirin ku Yahûdî di çavên Elmanan de bi vî rengî werin dîtin. Piştre hatin qirkirin û ji ber vê têgihiştinê jî kes bi xurtî li ber qirkirinê ranebû. Sedemeke vê yekê ev têgihiştina şaş a li nava civakê hatibû bicihkirin bû, lê sedema din jî ew bû ku desthilatdariyê tirs û xof berdabû nava dilê civakê. Ev rêbaz yek ji pêkanînên bingehîn e ku hemû sîstemên netewe-dewlet serî lê didin. Ji xwe eger tirsa bi têgihiştina 'dijminê navxweyî' û 'dijminê derve' nebe, nepêkan e ku şêweyekî bi vî rengî yê desthilatdariyê ku nexweşî ye, bidome. Her wiha nepêkane ku desthilatdarî zarokên gel bixe nava şerê qirêj. Lewma bi hostatî bi jiyana gelan dilîzin. Emma Goldman dibêje: "Şer ji aliyê wan dizan ve hatiye derxistin, ku bi qasî nikarin şer bikin tirsonek in û ji ber vê eykê ciwanên li cîhanê ji bo xwe dişînin eniya şer." Dibe ku Goldman bi vî rengî xwestiye balê bikişîne ser vê rastiyê.

Ev şêweyê desthilatdariyê ku tekperest e û cihêrengiyê tine dike, eşkere ye ku wê bi hebûna pireng, demokratîk û azadîparêz a civakê re şer bike. Nîşaneya vê yekê ye ku li gel zilma giran û kiryarên barbariyê jî gelên li Tirkiyeyê bi coşeke mezin qadan dadigirin. Bi gotina T.S Eliot "Dem ne ew dem e ku li dara hêrsê rondik bên weşandin", 24'ê Hezîranê ew dem e ku li ber zilm, barbarî, hovîtiya dîktatorî û rejîma faşîst rabin û bi coşeke mezin govenda azadiyê bigerînin. Ji ber vê yekê, dem ew dem e ku bi daxwaz, berxwedêrî û biryardariya hemû gelan, xwedî li azadiyê derkevin. Dem dema gelan e.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA