Raportorên Konseya Ewropayê bi hevşaredaran re rûniştin

Hevroportorên Kongreya Rêveberiyên Xwecih û Herêmî yên Konseya Ewropayê (KRXHKE) Jakob Wienen û Yoomî Renstrom li Amedê bi hevşaredarên HDP'ê re rûniştin, ku ji peywirê hatine standin.

Roportorên KRXHKE'yê Jakob Wienen û Yoomî Renstrom ji bo hin hevdîtinan serdana Amedê kirin. Li gorî daxuyaniyê ya ku di malpera kongreyê de hatiye weşandin, serdan di navbeyna 1-3'yê Cotmehê de wê bibin û rewşa demokrasiya xwecih û herêmî ya li Tirkiyê were gotûbêjkirin.

Raportor bi Hevşaredariyên Şaredariya Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê Selçûk Mizrakli, Bedîa Ozgokçe Ertan û Ahmet Turk re rûniştin.

Di hevdîtinê de her wiha Hevberdevkên Koma HDP'ê yên Meclîsa Şaredariya Mezin ên Amedê Halîme Bayram û Mehmet Akdogan jî hazir bûn.

Li gel raportorên şandeya KE'yê her wiha ji  Sekreteryaya Çavdêr a Kongreyê Stephanê Porîel, Serokê  Serbixwe yê Koma Pispor a Şertê Xweseriya Rêveberên Xwecih a Ewropayê Angel Mauel Morone Molîna jî hazir bûn.

Di hevdîtinê de li ser darbeya qeyûm, gavên nehiqûqî yên li ser rêveberiyên xwecih û encamên wan hate axaftin.

Di hevdîtinê de hate diyarkirin pergala hevseroktiyê demokrasiyê geş dike, yek ji rêgeza sereke ya siyasetê ye ku mirov nikare dev jê biqere.

Di civînê de her wiha şaredariyên ku hatine desteserkirin, ên ku bi hinceta  BHQ'yan mazbatayên xwe nestandine, ji kar hatine avêtin û li ser gelek nehiqûqiyan gotebêjî hate kirin.

Hevşaredar wê girtekên lêpirsînê yên li ser hevşaredaran hatine vekirin, daxwaznameya dozê yên ku hevşaredaran bi daxwaza ku biryar were rawestandin dabûn û nivîsên têkilî nehiqûiya qeyûm hatine nivîsîn bi rengê dosyayê bidin şandeyê.