Rapora 'veşartî' ya YE: Komkujiya Enqereyê karê AKP'ê ye!

Li gorî malpera Ahval, servîsa veşartî ya Yekîtiya Ewropayê EUINTCEN raporeke 'veşartî' amade kir û tê de destnîşan kir ku berpirsyarê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an desthilatdariya AKP ye.

Ahvalê ragihand, rapora ku heta 13'ê Cotmeha 2015'an ji aliyê EUINTCEN'ê ve hate amadekirin û heta niha veşartî bû, bi dest xistiye. Li gorî malperê, EUINTCEN'ê rapora xwe çend roj piştî komkujiya Enqereyê ku 103 kes miribûn, ji mekanîzmayên biryardanê yên herî bilind ên Yekîtiya Ewropayê (YE) re şandiye.

Di rapora îstîxbaratê de ku hate gotin 'gelekî veşartî ye', balê dikişîne têkiliya navbera Komkujiya Pirsûsê ku 20'ê Tîrmeha 2015'an hate kirin û 33 kes mirin û Komkujiya Enqereyê. Li gorî Ahvalê, EUINTCEN qala 'dewamiya' navbera herdu komkujiyan dike û vê tespîtê dike:

"Di hedefa êrîşkarên bombeyî de yên li Enqereyê ESP jî hebû. Yek ji damezrînerên ESP'ê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag e. Êrîşa li Enqereyê di demeke welê de hate kirin ku ji bo hilbijartinên dubarekirî yên 1'ê Mijdarê kampanyayeke berfireh a hilbijartinê dihate kirin û operasyonên leşkerî yên hikumetê yên li dijî PKK'ê bi dijwarî dewam dikir."

"Êrîşên li Pirsûs û Enqereyê dişibin hev. Di herdu êrîşên bombeyî de tedbîrên ewlekariyê yên polîsan kêm bûn an jî qet nebûn. Di herdu mîtîngan de jî ESP hebû. Herdu mîtîng li ser Kurdan bûn. Di êrîşên Pirsûs û Enqereyê de gumanbar DAÎŞ bû..."

"Berpirsyariya êrîşa bombeyî ya li mîtînga aktîvîstên aştiyê yên Kurd ên li Enqereyê, eşkere ye ku wê di stuyê terorîstên DAÎŞ'ê de bimîne ku demeke dirêj li ser sînorê Tirkiye, Sûriye û Iraqê tevdigeriya. Ji ber ku hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê nêz e, hêzên li nava mûxalefetê yên destekê didin polîtîkayên tund ên hikumetê yên bi serkêşiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, dibe ku tevlî êrîşê bûbin."

EUINTCEN encama ku bi dest xist, wiha eşkere kir:

"Şêwe û rêbaza êrîşê (bikaranîna êrîşkarê bombeyî yê xweşkuj) işaretê bi DAÎŞ'ê dike. (Lê belê) Ji ber ku li otobusên xwepêşandêr tê de bûn lêgerîn nehate kirin, li mîtîngeke mezin hema bêjin qet polîs tine bûn, dibe sebep ku mirov bawer bikin; hêzên ser bi AKP'ê ji bo vê bûyerê milîtanên DAÎŞ'ê bi taybetî wezîfedar kirine."