Rapora TTB'ê ya li ser erdhejê: Bêkontrolî bû sedema mirinê

Di rapora TTB'ê ya têkildarî erdheja Îzmîrê de hate gotin, "Şaşitiyên di çêkirin û kontrola avahiyan de, planên ragihandinê yên ne li gorî nifûsê sedema sereke ya mirin û birîndariya ji ber erdhejê ne." TTB'ê têkildarî vîrûsa koronayê jî hişyarî da.

Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) rapora xwe ya li ser erdheja Îzmîrê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di raporê de hate ragihandin ku avahiyên hilweşiyan û xisar lê bûn bi giranî li herêma Bayrakliyê ne û hate gotin, "Ji ber ku avahiyên hilweşiyan li herêmeke diyarkirî ya Îzmîrê ne, nîşan dide ku kontrola avahiyan nehatiye kirin. Malzemeyên nerast ên di avahiyan de hatine bikaranîn û xisara li hîmên avahiyan bû, nîşan didin ku nehatine kontrolkirin. Di erdheja Îzmîrê de mixabin hate dîtin ku efûya avahîdaniyê ne li gorî zanistî û xwezayê ye. Mixabin ev rastî careke din bi rengekî herî giran xwe nîşan da."

Di beşa tespît û pêşniyaran a tîma TTB'ê de wiha hate gotin, "Di rizgarkirin û veguhastina birîndaran de tedbîrên mesafeya fîzîkî, bikaranîna maskeyê û pîvanên paqijiyê ji nedîtî ve tên. Li herêmê divê timî û bi lezgînî test bên kirin. Pêwîste malzemeyên paqijiyê yên mîna maske, xweparastinê bi rengekî bêpere bên peydakirin."