'Rapora SETA'yê rojnamevanan deq dike'

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê: Eşkere bû ku armanca bingehîn a rapora SETA'yê deqkirina rojnamevan û saziyên wan e û belgeyên ku di bin navê raporê de hatine weşandin ji bo me sedema sûc e.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê der barê rapora SETA'yê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Zextên li rojnamevanan tên kirin roj bi roj zêde dibin. Saziyên çapemeniyê û rojnamevan dibin hedef. Herî dawî rapora ku Weqfa Lêkolînên Civakê û Aborî, Siyasetê (SETA) bi navê 'Dûvikên Tirkiyeyê yên Saziyên Medya Navneteweyî' hate weşandin, bêyî ku xwe bispêre lêkolînekê parvekirinên li înternetê hatin kirin nirxand û bi vî rengî rojnamevan deq kir.

Eşkere bû ku armanca bingehîn a rapora SETA'yê deqkirina rojnamevan û saziyên wan e û belgeyên ku di bin navê raporê de hatine weşandin ji bo me sedema sûc e. Belgeyeke bi vî rengî ji bo destwerdana li rojnamevanan û saziyên lê dixebitin zemînê pêşkêş dike. Dixwazin ku zextê li rojnamevanan û saziyên çapemeniyê bikin. Ev rewş jî pirsa 'gelo ev tirsa ji ber çi ye?' tîne bîra mirovan.

Bi navê Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê em diyar dikin ku vê polîtîkaya deqkirinê ya bi navê SETA'yê li dijî rojnamevanan û saziyên çapemeniyê tê meşandin qet qebûl nakin û li gel hempîşeyên xwe ne. Rojnamevan bi tenê nînin."