Rapora MÎT’ê li Dadgeha Makeqanûnê ye
Rapora MÎT’ê li Dadgeha Makeqanûnê ye
Rapora MÎT’ê li Dadgeha Makeqanûnê ye
Di dosyaya ‘Doza Biryargeha Şoreşger’ a li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê pêk tê de rapora MÎT’ê ya wek delîl dihat bikaranîn, li Dadgeha Makeqanûnê ye. Piştî Serokwezîr destûr neda der barê kesên rapor amadekiriye de lêpirsîn were destpêkirin, parêzeran serî Dadgeha Makeqanûnê da.
Ligel ku di her rupelî de nîşeya ‘Nikare wek delîl bê bikaranîn’ rapora MÎT’ê di dosyaya Doza Biryargeha Şoreşgerî de wek delîl hat bikaranîn. Parêzer li dijî vê têdikoşin. Erdogan destûr neda der barê peywirdarên MÎT’ê ku rapor amadekirine lêpirsîn bê destpêkirin. Parêzeran ji ber vê yekê serî li Dadgeha Makeqanûnê da. Parêzerên ku îtîrazê biryara dozger kir, der barê dozgeran de jî li HSYK’ê gilî kir.
Di doza Biryargeha Şoreşgerî (Devrîmcî Karargeh) de nivîskarê kovara “Turkiyey’nin Gerçegi” Mehmet Guneş jî tê darizandin. Di nava delîlên dozê de rapora MÎT’ê jî cih digire. Rapor 102 rupel e. Di binê her rupelî de îfadeya ‘wek delîl nayê bikaranîn’ cih digire. Ligel vê ji aliyê MÎT’ê ji Fermandariya Giştî, wezaret û Şaxa Midûriyeta Têkoşîna bi Terorê ya Miduriyeta Stenbolê re hat şandin.
DADGEHÊ JI DOSYAYÊ DERNEXIST
Parêzeran xwest rapor ji dosyayê derkeve. Lê 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stnbolê rapor lêkolîn kir. 4-5 mehan şûnde daxwaz red kir. Parêzeran ji ber vê yekê der barê musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan û Midûrê Tekoşîn a bi Terorê re Yurt Atagun de gilî kirin. Lê li gorî sererastkirina nû ya qanûnê ji bo der barê musteşarê MÎT’ê de lêpirsîn were destpêkirin divê Serokwezîr Erdogan destûrê bide. Ji ber ku Erdogan jî destur neda lêpirsîn nehat destpêkirin.
SERÎ LI DADGEHA MAKEQANÛNÊ DAN
Têkoşîna parêzeran a ji bo vê didome. Parêzerên îtîrazê biryara dozger dan, serî li dadgeha makeqanûnê dan.
Parêzer Ercan Kanar ku serlêdan pêk anîn diyar kir ku dozger beyî ku lêkolîna hiqûqê bike bi nivîsa sreokwezîr lêpirsîn red kiriye. Kanar wiha got: “Ev pêkanîn li dijî Yekemîn Xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û 125’emîn Xala Makeqanûnê ye. Me binê xala têgeha dewleta hiqûqê ya ku 2’emîn xala makeqanûnê sererast dike xêz kir. me got parastina MÎT’ê ya ji aliyê serokwezîr ve li pêş qanûna Makeqanûnê li dij 10’emîn xala ku rêgeza wekheviyê çêdike ye.”
Kanar got ew bawer nake ku Dadgeha Makeqanûnê bi cesaretek mezin biçe ser vê mijarê û diyar kir ku ger ji Dadgeha Makeqanûnê encamek dernekeve dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin.
Me der barê dozgeran de ku nehiştin rapora MÎT’ê ji dosyayê derkeve serî li Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran da. Lê 3’emîn Daîreyê red kir.
HAKAN FÎDAN JÎ DIBÊJE WEK DELÎL NAYÊ BIKARANÎN
Di 30’ê kanûna 2012’an de li gorî nûçeyeke di rojnameyekê de hatiye weşandin Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan der barê rapora mijarê gotinê ye wiha got: “Me ev etuta weke nîşeya merciya derve ji serokwezîrtî, wezareta karê hunidr, Fermandiya giştî, fermandariya cendermeyan a giştî û midûriyeta gitşî re şand. Em di her rupelî de diyar kiriye ku ev wek delîl nekare bê bikaranîn. Ligel vê Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Yurt Atagun di 22’ê adara 2011’an de ev ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re şandiye.”