Rapora li ser greva birçîbûnê ya li Şakranê hate eşkerekirin

Di rapora der barê Girtîgeha Şakranê de, ku greva birçîbûnê lê dewam dike, tê gotin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyan roj bi roj nebaş dibe. Her wiha bang li raya giştî tê kirin ku bi erka berpirsyariyê rabe.

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê, di roja 51. de ye. Heyetek ji endamên ÎHD, ÇHD, OHD, THÎV û Însiyatîfa Piştgiriya bi Zindanan re, piştî ku çû dîtina girtiyan, raporek amade kir. Rapor li avahiya ÎHD'ê ya Îzmîrê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin.

Di civîna çapemeniyê de, ku nûnerên heyetê lê amade bûn, rêveberê ÎHD'ê yê Îzmîrê parêzer Alî Aydin rapor xwend.

Di raporê de hat ragihandin, ewilî 8 girtî xistine odeyekê û du kes jî weke hevalên li wan binêrin hatine bicihkirin. Di raporê de hat gotin, "Ji ber ku di greva birçîbûnê de ne, rêveberiya girtîgehê, hemû aktîvîteyên perwerde, spor û çandê yên girtiyên siyasî betal kiriye. Ji aliyê teknîkî ve rêveberî û doktorên girtîgehê ti destek nedane girtiyan. Li gorî pirtûka TTB a li ser grevên birçîbûnê, pêwîstiya her kesê tevlî greva birçîbûnê dibe bi KARBONAT'ê heye. Lê belê rêveberî û doktorên girtîgehê ev yek ji girtiyan re negotine. Girtiyên di greva birçîbûnê de ne gotin, di 20 rojên destpêkê de li ser wan hatiye ferzkirin ku li derveyî odeyê û li korîdorê kontrola wan a tenduristiyê were kirin. Lê belê girtiyên di grevê de ne, bi sedema ku ev rêbaz wê nebaş be, red kirine."

'DI DEMA KONTROLÊ DE GOTINÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YÊN RÛMETA WAN DIŞIKÎNE JI WAN TÊ GOTIN'

Di raporê de hat destnîşankirin, ku di nava 20 rojên destpêkê de kontrola tenduristiyê ya girtiyan nehatiye kirin. Rapor van agahiyan dide: "Piştî roja 20. doktor û personelên tenduristiyê yên girtîgehê, li odeyê dest bi kontrola tenduristiyê ya girtiyên di grevê de ne, kirin. Doktorê girtîgehê, ji roja destpêkirina greva birçîbûnê heta 4'ê Nîsanê bi giştî 3 caran çûye serdana girtiyên di grevê de ne. Di van serdanan de, 2 caran doktor tenê li ser piyan li rewşa tenduristiyê ya girtiyan pirsî ye û carekê jî rûniştiye û li ser rewşa tenguristiyê agahî girtiye. Bi ti awayî kontroleke berfireh a tenduristiyê nekiriye. Piştî roja 20. her rojên nava hefteyê personelên tenduristiyê tên odeyê. Personelên tenduristiyê ku berî nîvro rojê carekê tên odeyê, tansiyonê dipîvin û girtiyan diwezinînin. Xwestine girtiyan di dawiya hefteyê de bibin revîrê. Lê belê girtiyên di greva birçîbûnê de ne ev red kirine. Ji ber ku her gava ku diçin revîrê, heta heta vegerin odeyê, gardiyan, jenderme û wezîfedarên din ên girtîgehê gotinên li derveyî mirovahiyê yên rûmeta wan dişikîne ji wan re dibêjin. Li Girtîgeha T2 a Alîaga ya Îzmîrê 2 personelên tenduristiyê hene. Yekî ji van, ji girtiyan re gotiye, 'hûn dema me digirin'."

GIRTÎGEHA HEJMARA 3 A TÎPA T YA ŞAKRANÊ

Di raporê de li ser rewşa girtî ya li Girtîgeha Hejmara 3. a Tîpa T ya Şakranê jî ev agahî hatin dayîn: "Roja 15'ê Sibata 2017'an 5 girtî ketin greva birçîbûnê. Li vê girtîgehê, çalakgerên greva birçîbûnê li odeyên ji hev cuda ne. Bi giranî li odeyan herî zêde 18 kes dimînin. Niha greva birçîbûnê ketiye roja 50'î. Ji ber grevê destûr nayê dayîn ku girtî hevdu bibînin. Hin ji girtiyan di roja 40. hin jî di roja 44. de çûne gel doktor. Wezinandin û pîvandina tansiyon, germa beden, 5 rojên hefteyê ji aliyê hemşîreyek ve tê kirin, lê di dawiya hefteyê de ti personelên tenduristiyê nayên. Her wiha bi bahaneya Rewşa Awarte li T3 jî destûr ji aktîvîteyên girtiyan re nayê dayîn. Her wiha pêkanînên beriya niha mîna xwe di dema greva birçîbûnê de jî bi dijwarî dewam dikin."

Di raporê de li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyan ev agahî tê dayîn: "Serî gêj dibe, rengê mîzê guheriye, bi rêk û pêk nikarin razên, mehdê wan li hev dikeve, kramp dikeve mehdê wan, roniya çavên wan kêm bûye, êş ketiye zikê wan, hin jê dema daxive zû dibetile, hin jî dibêjin dest û lingê wan dicemide. Bi qasî 10-16 kîlo kêm kirine."

'REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ NEBAŞ DIBE'

Der barê Girtîgeha Jinan a Şakranê de jî ev agahî hat dayîn: "Tevî ku hin girtiyên di revê de ne li odeyekê ne, piraniya wan li odeyên cuda ne. Li cem wan mirovên din hene. Li odeyekê bi giranî 8-10 kes dimînin. Ji 22'ê Sibatê û pê ve ji ber heman sedemê tevlî greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger bûne. 3 kesên li girtîgeha jinan di 22'ê Sibatê, 2 kes jî di 25'ê Sibatê de tevlî greva birçîbûnê bûn. Girtiyan anîn ziman ku daxwaza wan a ji bo dîtina hev, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin. Ji bo kontrola tenduristiyê ya girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de ne, doktor tenê carekê hatiye. Hefteyê 5 rojan jia liyê personelên tenduristiyê ve kontrola wan tê kirin. Di dawiya hefteyê de jî gardiyanan tansiyona wan dipîvin.

Girtiyên jin ên greva birçîbûnê de ne gotin, ku rojê lîtreyekê avê vedixwin, tevî vê yekê ava ji lîmonata, ava fêkî, ava gêzer, çay, xwê û şekir vedixwin. Derman jî, sibehê û êvarê 2 caran Benexol tê dayîn. Gotin ku vîtamîna B1 a saf nayê dayîn, Karbonat nayê dayîn. Anîn ziman ku mehdê wan li hev dikeve, verdişin, nikarin destava xwe bikin, bi rêk û pêk nikarin razên, serî gêj dibe, çerm diweşe, por diweşe, bêhalî û hesasiyeta wan ji deng çêbûye. Bi qasî 5-8 kîlo kêm kirine."

'DEMA SEHKIRINÊ TACÎZ DIKIN'

Ên li Girtîgeha Nimroa 4 a Tîpa T a Şakranê jî: ‘’Girtiyan diyar kirin ji mêj ve ye ku sewka wan a nexweşxanê nayê kirin, nahêlin biçin qadên hevpar, sporên wan rakirie, nameyan nadin wan, nahêlin ku nameyan bişîin, di mehekê de ji 3 caran zêdetir lêgerînan dikin, lêgerîn bi rengê talanê ne, hemû mafên girtiyan têne astengkirin, bersiv nadin daxwaznameyan, îdare kartên nasnameyê dane gritiyan, her ku ji odê derdikevin neçar in ku bi xwe ve bikin ku bi xwe ve nekin cezayê disîplînê didin, piştre jî ceza, her ku ji odê derketin divê bi nîzama leşkerî bimeşin, wan bi dîwaran ve dizeliqînin nahêlin ku tevbigerin, tim wan tahrîk û tacîz dikin, gefan li wan dixwin, têlên direhî kişandine ser hewastînê, pirtûkên heyî dest li ser wan danîne, pirtûkên ku dixwazi nadi wan, rojname û kovar sînordar kirine, di dema hevdîtina malbatan de li maseyan digerin û wan tacîz dikin, dema ku malbatan seh dikin wan tacîz dikin.’’

'QERFÊ XWE BI GIRTIYAN DIKIN'

Di rapora têkildarî T4’ê de ku girêva birçîbûnê ketiye roja 37’ên: ‘’Girtiyên di girêvê de her yek jê birine odeyekê, 3 kes li heman odê û yêndin li odeyên din danîne. Hatiye gotin ku girtî hewastîna ku girtî lê ne bi kar tînin û nahêlin ku çalekgerên grevê werin cem hev. Agahî hate dayin ku 24’ê Adarê doktor carekê hatiye rajena wan seh kiriye û çûye. Dema ku doktor hatiye jî qerfê xwe bi girtiyan kiriye. Dema ku dixwazin biçin revîrê dibêjin doktor ne li girtîgehê ye, tenê serê çend heftiyan carekê tê, dema ku diçin revîrê jî nasnameyê dixwazin. Carinan qerdiyan li tansiyona wan dinerin. Bipergal wan nawezînin. Tenê li B12’ê dinerin. Hin jê ji tirsa vîtamînan nastînin. Blok û korîdorên T4  ji hev hatine belavkirin. Di heman korîdorê de cezaxwariyên edlî (mînak tecawizkar) hene. Tim zext hene, nahêlin ku ti heqê xwe bi kar bînin. Çay, ava fêkî, qehwe,lîmonata têne mezaxtin, karbonatê nadin. Rûdanên weke pir çûna destavê, tarîbûna rengê îdrarê, sergêjînek, nikarin li tiştekî hûr bibin, qebzî, êşa çav, dilxelîn, krampa zik, xew, carinan laş disincire, dema ku diçine tiwaletê êş çêdibe û tansîyon kêm dibe. Hatiye diyarkirin ku di navbera 8-13 kîloyan de li xwe şikandine.

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Di raporê de wiha hate gotin: "Di encama hevdîtinê de ku bi çalagerên greva birçîbûnê re hatiye kirin, girtiyan diyar kirine heta ku daxwazê wan pêk neyên ew ên greva birçîbûnê bidomînin û hijmara çalakgeran wê zêdetir bibe. Rewşa tendiristiyê ya girtiyên di girêvê de her ku diçe xirabtir dibe, îhtîmaleke zêde ye ku girêv bidome wê rê li ber nexweşiyên giyanî û fizîkî yên mayinde veke. Dema ku me ev hevdîtin kirî jî her roj girtiyên ku dest bi girêva birçîbûnê dikirin zêdetir bûn û ji bo ku balê bikişînin ser rewşa Girtîgeha Şakranê dest bi girêva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Yên ku pêşî dest bi girêva birçîbûnê kirin ketin roja 50’î, di van rojan de neyêniyeke biçûk a di nav çalakgerên girêvê de çêbibe ev ê bandorê bi awayekî neyênî li girtîgehên din jî bike. Em li bendê e ku rayedar li gorî daxwazên girtiyan nêz bibin. Em bang li rayedar û raya giştî dikin ku bihistyar bin."