Rapora HDP’ê: 57 êrîş hatin kirin, 200 kes hatin destgîrkirin

HDP’ê êrîşên di kampanyaya hilbijartinê de kir rapor. Li gorî vêya di meh û nîveka dawîn de ji 200’î zêdetir endamên HDP’ê hatin destgîrkirin û 16 endamên HDP’ê hatin girtin. Ji 50’î zêdetir êrîş li HDP’ê hate kirin.

Rejîma AKP û MHP’ê ber bi hilbijartinên 24’ê Hezîranê ve êrîş û zextên li ser HDP’ê zêdetir kir. Di meh û nîveke dawîn de bi kêmanî 208 endamên HDP’ê hatin destgîrkirin û 16 kes hatin girtin. Herî kêm jî 57 êrîş li HDP’ê hate kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a MA’yê HDP’ê têkildarî êrîş û zextên li ser partiya xwe raporek amade kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku faşîstên alîgirên AKP-MHP’ê êrîşî SP, CHP’ê jî kirine.

RAPOR

Di raporê de agahiyên li ser êrîş û astengiyan hate belavkirin. Li gorî vê raporê êrîş ji 28’ê Nîsanê hatiye destpêkirin. Di êrîşan de hevserokên bajaran û gelek endamên partiyê yên ku xebata hilbijartinê dikirin hatine destgîrkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku konvoy, vekirinên buroyên hilbijartinan û mîtîngên HDP’ê jî hatine astengkirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dema ku xwest ji bo kampanyaya hilbijartinê biçe derveyî welat, pasaporta wî hate desteserkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku walî tevlî kampanyayên hilbijartinê yên AKP’ê bûne, polîsan endamên HDP’ê tehdît kirine û polîsan nehiştine ku alayên partiyê li buroyên hilbijartinê were darvekirin.

Haye diyarkirin ku li Nazîlliyê faşîstan êrîşî konvoya HDP’ê kirine û li Enqereyê jî piştî hevdîtina bi gel re êrîşî gel hatiye kirin.

Li Enqereyê êrîşî karkerên avahiyê yên Kurd hatiye kirin, li Kayseriyê jî ajovanekî kamyonê bi qestî li wesayîta hilbijartinê ya HDP’ê qewimandiye.

Di raporê de hate diyarkirin  ku êrîş li dijî CHP û SP’ê jî hatiye kirin.