Rapora BDP'ê bal kişand ser Komîsyona Heqîqetê

Rapora BDP'ê bal kişand ser Komîsyona Heqîqetê

Ji Arjantînê heta Rojhilatê Tîmorê komîsyonên heqîqetê yên li herêmên şer û pevçûnan hatine avakirin, ji bo  sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin derxin holê û zirarên mexduran bê dayîn rolên girîng dilîzin.

Rapora ku BDP’ê wek alternatîf ji bo rapora Komîsyona Çareseriya Meclisê nisvî û şand ji serokê TBMM’ê Cemîl Çîçek û komîsyonê re, cih da tecrubeyên komîsyona rûhevhatinê û heqîqetê ya li Arjantin, Şili, Brezilya, El Salvador, Guatemala, Guney Afrika, Dogu Timor, Sierra Leone, Peru û Fasê.

 ARJANTÎN

Li Arjantînê bi armanca ku rastiya wendayên di bin çavan de yên navbera sala 1976-1983’an ya darbeyê derxînin holê, Komîsyona Netewî ya Wendayan (CONACEP) hat avakirin. Komîsyon 9 mehan xebitî.

Peywira yekemîn ya komîsyonê sedema wendakirin û tespîta nasnameyan bû. Her wiha berhevkirina gahî û tespîtan jî peywirek din bû. Rayeya komîsyonê ya ku berpirsan ji rayagiştî re aşkera bike tunebû. Rapora dihat amadekirin dişandin ji serokwezîr Alfonsîn.  Lê ji ber ku daneyên komîsyonê di çapemeniyê de derket, civakê îfşa kir.

Îro li Arjantînê 342 dozên wendayan didome. Bi giştî  ji hezar û 711 kesî 798 kes ne girtîne û 599 girtîne.  Ji gumanbaran 276 mirin û 38 reviyan.

 ŞÎLÎ

 Li Şîliyê ji bo ku mirinên ji ber îşkenceyê û wendakirinên dema leşkerî lêkolîn bikin Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê ya Netewî  di Gulana 1990’î de hat avakirin. 9 mehan peywira xwe kir.

 Komîsyonê sedema mirinên îşkence û wendakirina lêkolîn dikir. Armanca wan a sereke ev bû ku kesên kuştî diyar bike, bernameyên tazmînata bo malbatan pêşniyar bike û binpêkirinên bi vî rengî      asteng bikin bû.

Di raporê de ligel ku berpirs tespît bûn, navê wan di raporê de cih negirt û lê navê saziyên ku girêdayê wan bûn di raporê de cih girt. Her wiha biyar hat dayîn ku di 2016’an de navan aşkera bikin. Di dema lêpirsînê de hemû dane û tespît şandin dozgeriyê lê pir kêm bûn mijara darazê. Pêşniyarek girîn gya komîsyonê ev ku Saziya Lihevkirin û Tazmînata Netewî bê avakirin. Sazî di 1992’an de hat avakirin.

BREZÎLYA

Li Brezîlyayê di çileyê 1979’an de  Komîsyona Heqîqetê ya Ne Fermî hat avakirin û 3 salan peywir meşand. Di 1964’an de sûcên darbeyê lêkolîn kir. Li gorî daneyên komîsyonê bidest xist, rêbaza îşkenceyê di pergala cezakirina artêşê de cih digire.  Nêzî 300 rêbazên îşkenceyên hatin tespîtkirin. Di heman demê de  di raporê de navê 17 hezar mexdurî hat tespîtkirin. Navê 444 îşkencekarî hat aşkera kirin. Kêm be jî memuriyeta hinek hat bi dawîkirin û nehiştin terfî bikin.

EL SALVADOR

Komîsyona Heqîqetê li El Savador 8 mehan xebitî û peywira wan a sereke ev bû çalakiyên şîdetê yên piştî 1980’ê li welat hatin jiyîn lêkolîn bikin.

Li gorî rapora komîsyonê, nêzî 22 hezar bûye qewimîne, ji sedî 60 înfaz, ji sedî 25 wenda, ji sedî 20 îşkence  û yên din jî binpêkirina mafane. Navê 40 berpirsên bûyerê hat aşkera kirin. Ji sedî 85’ê wê ji aliyê hêzên dewletê ve pêk hatin. ji sedî 5 jî ji aliyê FMLN’ê ve pêk hat.  Pêşniyar hat kirin ku bila ev ji peywirê bên girtin.

GUATEMALA

Komîsyona li Guatemala jî,  bi navê Komîsyona Ronîkirina Dîrokê hat avakirin. Sûcên darbeyê yên navbera salên 1960-1996 lêkolîn kirin.

Komîsyonê du hedef diyar kir: ya yekemîn binpêkirina mafan derxînin holê û ya duyemîn jî aştî û lihevkirina civakê çawa dê bê tesîskirin.Di encama raporê de navê berpirsan nehat dayîn. Li aliyê din hat gotin ku bila tazmînatê bidin mexduran.

 BAŞÛRÊ AFRÎKAYÊ

Komîsyona li Başûrê Afrîkayê hat avakirin di navbera 1995-2002’an de peywir kir. Komîsyonê encamên rejîma Apartheîd ya ku newekhevî dikir navbera nîjadan. Di rapora komîsyonê de navê bersûcan hat aşkerakirin.  Bi giştî serî li şahidiya 21 hezar kesî dan û xwe gihandin agahiya 38 hezar binpêkirinan.

Komîsyonê pêşniyar kir ku tazmînatê bidin mexduran, pêşniyara reforman kirin û her wiha  berpirs bên darizandin.

 ROJHILATÊ TÎMOR

Li Rojhilatê Tîmor bi navê Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê di sibata 2002’an de komîsyon hat avakirin û heta 2005’an peywir meşand.  Komîsyon ji bo sûcên di navbera 1’ê Çile -25’ê mijdara 1999’an lêkolîn bike hat peywirdarkirin. Di peywira ku hat dayîn de destur nedan navê bersucan aşkera bikin.

Di raporê d ehat gotin ku 102 hezar û 800 mirin ji ber sedemên birçîbûn, nexweşiyê qewimîne û ev jî girêdayê dagirkeriya Endonezyayê ye.

SÎERRA LEONE

Li Sîerra Leone komîsyonek hat avakirin û bi armanca encamên şerê navxweyî yê di navbera 1991-2002’an de pêk hatiye lêkolîn bike hat peywirdarkirin.

PERU

Li Peruyê Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê di 2001’ê de hat avakirin û du salan peywir kir.  Komîsyonê sûcên mirovahiyê yên piştî darbeya leşkerî ya Fujîmorî ya 1992’an lêkolîn kir. Komîsyonê bi rayedarên dewletê re  hevdîtin kir. Rayedarên dewletê bi hevkariyê sûcdar kir. Bi giştî serî li îfadeya 15 hezar û 220 kesî dan. Lîsteya wendayan derxistin û tazmînata mexurdan dan.

FAS

Li Fasê komîsyonê di navbera kanûna 2004- mijdara 2005’an de peywir kir û  peywira komîsyonê lêkolînkirina wenda û binçavkirinên ji sala 1956’an heta 1999’an bû.

Komîsyona ku endamên wê ji aliyê Kral VI. Muhammed ve hat diyar kirin, du salan bi hezaran mexdur guhdarî kirin û li cihên cuda yên wlat xebatên sahayê meşandin. Her wiha alîkarî dan mexduran.