Rapor: Elmanya divê demekê çekan nefiroşe Tirkiyeyê

Enstîtûyên aştiyê yên navdar ên Elmanayê bi raporeke hevpar ji hikûmeta Elman xwestin ku demekê çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Rapora Aştiyê ya Zanyaran a 2018’an ku ji hêla enstîtûyên lêkolînên aştî û ewlehiyê ve hatine amadekirin û navê wê yê bi kurtî HSFK, BICC, ÎNEF û IFSH ye, têkildarî Tirkiyeyê bang li hikûmeta Elman kir.

Di raporê de hate gotin dewleta Tirk ji ber oparasyonên li bakurê Sûriyê hiqûqa navnetewî binpê dike.

Li gorî nûçeya saziya çamepeniya Elman DW’yê, enstîtûyên aştiyê gotin heta ku ev operasyon dagirkirinê domdar be divê hikûmeta Elman çekan nefiroşe Tirkiyeyê.

Di raporê de êrîşên Siûdî yên li ser Yemenê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin destnîşankirin û hate gotin, ‘’Heke Elmanya dixwaze bi roleke navbeynkar a dirûst rabe, divê politikaya aştiyê ya domdar deynê ber xwe û berjewendiyên demkurt bide aliyekî.’’

Raporê ‘bêdengiya domdirêj’ a li bara êrîşên dagirker ên li ser Efrînê rexne kir, ji ber sedema ku li bara, ‘’binpêkirina rêgeza ‘qedexeya tundiyê’ ya hiqûqa dewletan û bi rengekî zelal binpêkirina hiqûqa navnetewî’’ bi dengekî bilind dengê xwe ranekiriye, rexne li hikûmeta Elman anî.

Di rapora aştiyê de tê gotin, ‘’Elmanya li ser mijara mafê mirovan di ber berdana çend welatiyan de dev ji rexneyên xwe yên li bara Tirkiyeyê berdaye’’.

Di raporê de bang tê kirin, ‘’Hikûmeta Elman divê yasaya sînordarkirina firotina çekan bîne’’ û her wiha xwest ku li Yemenê hêzên ku li Yemenê aliyên şer in, divê destûra firotina çekan a ji bo wan aliyan were betalkirin.