Raperîna li girtîgehên Îranê mezin dibe: 14 girtî di greva birçîbûnê de ne
Raperîna li girtîgehên Îranê mezin dibe: 14 girtî di greva birçîbûnê de ne
Raperîna li girtîgehên Îranê mezin dibe: 14 girtî di greva birçîbûnê de ne
Li Îranê li dijî cezayên darvekirinê, zext û îşkenceya li girtîgehan greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên Kurd dane destpêkirin, mezin dibe. Bi armanca destekkirina greva birçîbûnê ya 2 girtiyên di meha Cotmehê de destpê kirin 6 girtî ketin greva birçîbûnê. Bi vî rengî hejmara girtiyên di greva birçîbûnê de ne derket 14'an.
Girtiyê siyasî yê Kurd Erjeng Dawudî yê li Girtîgeha Benderabasê ye, bi armanca şermezarkirina îşkence û zextên li girtîgehan ji 19'ê Cotmehê û vir ve di greva birçîbûnê de ye. Hat ragihandin ku rayedarên Îranî, Erjeng Dawûdî xistine hucreya yek kesî.
Girtiyê bi navê Elî Mûradî yê ji girtîgeha Benderabasê sirgûnî girtîgeha Mînabê hatiye kirin jî, li dijî sirgûn û îşkenceyan ji 27'ê Cotmehê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
LI GIRTÎGEHA EVÎNÊ 6, LI BANDAR ABBAS 6 GIRTÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Der heqê rewşa tenduristiya herdu girtiyan de agahî nehat wergirtin. Lê belê çalakiya wan li nava girtiyên din belav dibe.
Li dû 6 girtiyên di 5'ê Mijdarê de li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin, li girtîhên Mînab Û Bandar Abbasê 6 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Piştevaniya Girtiyên Siyasî û Medenî li girtîgehên Mînab û Bandar Abbasê Efşîn Sobrab Zade, Mihemed Husen Rezayî, Kemal Şerîfî, Derweş Zendî, Hesen Cewanî û Kerîm Mûsazade bi armanca destekdayîna hevalên xwe ji 20'ê Mijdarê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.
JI GIRTÎGEHÊN SER BI ÎSTÎXBARATÊ VE AGAHÎ NAYÊ STENDIN
Ji 6 girtiyên veguhastin Girtîgeha Evînê ku bi armanca şermerzarkirina darvekirina siyasetmedarên Kurd ji 5'ê Mijdarê de ketine greva birçîbûnê, agahî nayê stendin.
Çavkaniyekî herêmî yê di 21'ê Mijdarê de agahî dabû ANF'ê ragihandibû ku 6 kesên mijara gotinê li beşa 240. a girtîgeha navdar a Tehranê Evîn, greva xwe ya birçîbûnê dewam dikin. Çavkaniyê mijara gotinê bibîr xist ku Girtîgeha Evînê ne bi muduriyeta giştî ya girtîgena bi Rêxistina Îstîxbaratê ya Îranê Îtlaatê ve girêdayî ye û anîbû ziman ku ji roja girtinê û vir ve girtiyên mijara gotinê bi tenê carekê malbata xwe dîtine.