Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan

Ramazan Karataş ê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregli ya Konyayê girtîbû, piştî 32 salan hate berdan.

Ramazan Karataş di sala 1993’yan de hatibû girtin û di doza hatî darizandin de, cezayê hepsê yê muebetê lê hatibû birîn.

Ramazan Karataş ê ku li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbol, Balikesîr û Konyayê mayî, di sê salên dawî de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Eregli ya Konyayê girtî dima.

Mîna gelek girtiyên din, berdana Karataş jî ji ber ku ferzkirina “poşmantiyê” red kiribû, 4 caran ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve hatibû taloqkirin.

Karataş 11’ê Nîsanê hate berdan û ber bi warê xwe navçeya Panos a Agiriyê ve bi rê ket.