Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Li ser rewşa tenduristiya Ocalan, ku destûr nayê dayin parêzer û malbata xwe bibîne, ti agahî nayê dayin. Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê, her carê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve li gorî hukmê qanûna bi hejmara 5275'an tên redkirin.
'CIVATA TIRKIYEYÊ HATIYE TECRÎDKIRIN'
Parlamentera Stenbolê ya ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan diyar kir, tecrîd ne tenê li ser Ocalan tê ferzkirin, di heman demê de civaka Tirkiyeyê hatiye tecrîdkirin û got, "Divê tecrîd ne tenê pêkanîneke faşîzan a li ser Ocalan bê dîtin. Ji ber ku Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û tevahiya civaka Tirkiyeyê, ji bo demokrasî û aştiya li Tirkiyeyê mirovekî xwedî nêrînên girîng û projeya aştiyê ye."
Bûldan bi bîr xist, ku ev 18 sal in Ocalan li Îmraliyê di hucreyê de tê hiştin û wiha dewam kir: "Li gel tecrîdê, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, demokratîkkirina Rojhilata Navîn û çareseriya doza Kurd bi rêbazên demokratîk gelekî hewl da. Lê belê ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Divê were gotin, ku tecrîdeke girankirî li ser wî heye. Ji ber ku ne tenê heyetên siyasî, her wiha parêzer û malbata wî jî nikarin serdana wî bikin. Destûr ji wan re jî nayê dayin."
'DIVÊ MIROV LI BER RABIN'
Pervîn Bûldan destnîşan kir, ku divê li ber tecrîda girankirî rabin û got, "Bêguman divê civak li ber vê yekê rabe û raya giştî bê agahdarkirin. Pêwîste nerazîbûnek were nîşandan. Rakirina tecrîda li ser Ocalan divê erka sereke ya jinan be. Mîsyona ku Birêz Abdullah Ocalan daniye pêşiya jinan, bi rengekî vekirî li pêş çavan e. Ocalan, di hemû civînên pêvajoya danûstandin û aştiyê de jin weke rojeva sereke dinirxand, perspektîfa jinê, azadiya wê û cihê jinê yê di nava civakê de bi xurtî şîrove dikir. Lewma bi dîtina min, yên ku divê herî zêde xwedî li Ocalan derkevin, jin in."
'ÇALAKIYÊN TÊN KIRIN KÊM IN'
Bûldan herî dawî bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê tên kirin û anî ziman, ku ev çalakî têrê nakin. Bûldan got, "Jin bi xwedîderketineke xurt dikarin tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin. Bi têkoşîna jinan Birêz Ocalan dikare azad bibe."