Radestkirina Taşdemîr çû ber destê DMME'yê

Norwêcê bi binpêkirina qanûnên Norwêcê û peymanên navneteweyî aktîvîsta Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kiribû. Mijar çû ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Parêzerê Taşdemîr Jan Bîrkeland li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê û destnîşan kir ku Norwêcê bi radestkirina Taşdemîr re pîvana xwe ya ji bo parastina mirovên ku di rewşeke metirsîdar de ne binpê kiriye.

Bîrkeland da xuyakirin ku pîvan di Qanûna Biyaniyan a Norwêcê û Peymana Penaberiyê ya Neteweyên Yekbûyî de heye û got, Buroya Koçberiyê bi biryara dersînorkirina Taşdemîr re qanûn û peymanên mafên mirovan binpê kiriye. Parêzer Bîrkeland anî ziman ku ji ber vê yekê wan mijar birine ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).

Bîrkeland bi bîr xist ku Taşdemîr kengî gihîşt Tirkiyeyê yekser hate destgîrkirin û destûr nehat dayin ku xizm û parêzerên xwe bibîne.

Bîrkeland got, "pirsgirêk bûye pirsgirêka man û nemanê" û diyar kir ku divê saziyên Norwêcê zanibin ku Taşdemîr di hedefa dewleta Tirk de ye.

Rayedarên Daîreya Koçberan ji medya Norwêcê re axivîn û îdîa kirin ku Taşdemîr nekariye îspat bike ku divê were parastin, lewma hatiye dersînorkirin.

Parêzer Bîrkeland jî diyar kir ku Taşdemîr wêneyên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û yên ku nîşan didin tevlî nava refên PKK'ê bûye nîşanî Buroya Koçberan û Desteya Bilind a Karên Biyaniyan (UNE) daye, lê tevî vê yekê jî agahiyên nû nehatine nirxandin.

Bîrkeland got, "Daîreya Koçberiyê ji dema avabûna xwe û vir ve şaşitiya herî mezin kir."

Parêzer Bîrkeland da xuyakirin ku wê roja Çarşemê serî li dadgeha li Osloyê jî bidin û ji Daîreya Koçberan bixwazin ku biryara dersînorkirinê betal bike, mafê mayinê bide Taşdemîr û ji bo wê ji Tirkiyeyê bîne bikeve nava liv û tevgerê.

Ji bo pirsa, "Gelo ev yek pêkan e?" Bîrkeland got, "Gelekî zehmet e, lê belê nepêkan nîne. Divê Norwêc şaşitiya xwe sererast bike. Lewma girîng e zexta navneteweyî bê zêdekirin."

Di vê navberê de Eniya Jinê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Tevna Rêxistinên Jİnên Kurd û Ciwanên Azad nameyeke hevpar ji Wezareta Karên Derve ya Norwêcê re şandin û radestkirina Taşdemîr ji bo Tirkiyeyê şermezar kirn.