Qurbaniyên terora DAÎŞ'ê li Stockholmê hatin bîranîn
Mirovên ku par 7'ê Nîsanê li Stockholmê ji ber êrîşa DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest dan, di salvegera yekemîn de hatin bîranîn.
Mirovên ku par 7'ê Nîsanê li Stockholmê ji ber êrîşa DAÎŞ'ê jiyana xwe ji dest dan, di salvegera yekemîn de hatin bîranîn.
Çalakiya destpêkê li dêra Serokwezîrê berê Adol Fredrik hate kirin. Saet 13'an jî bi hezaran kesî berê xwe dan sûka ku komkujî lê hate kirin û meydana Sergelê. Girseya gel ji bo bîranîna qurbaniyan kulîlk danîn û find vêxistin.
Tevî Swêdiyan gelek koçber jî tevlî merasîma bîranînê bûn. Kurdistanî û Tirkiyeyî jî lê amade bûn. Ciwanên Kurd piştî ku kulîlk danîn, li ser pêlikan pankartên bi nivîsa "Kobanê dawî li DAÎŞ'ê anî, Efrîn jî wê dawiyê il Erdogan bîne" û "Em bi hev re li ber terorê û faşîzmê rabin" vekirin.
Saet 14'an jî li parka ku weke Baxçeyê Qral tê naskirin, nêzî 5 hezar kes tevlî merasîma bîranîna qurbaniyan bûn.
Serokwezîr Stefan Lofven li merasîmê axivî û ji xizmên qurbaniyan re got, salek bi êş, şoq û hesretê derbas bû.
Lofven işaret bi yekîtî û hevgirtina xurt a civakê kir û spasiya hemû welatî û wezîfedaran kir ên ku di dema êrîşê de alîkariya wan kirin.
Hunermendên Swêdî jî ji bo mirovên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan stranên xwe gotin. Piştî ku zingilê Dêra St. Jacob a li nêzî parkê lê da, bi hezaran kesî ji bo bîranîna qurbaniyan rêz girtin.
Sempatîzanê DAÎŞ'ê welatiyê Ozbekîstanê Rahkmet Akilov, 7'ê Nîsana bihurî li navenda bajarê Stockholmê bi qemyonekê komkujî kiribû, 5 kes kuştibû û zêdeyî deh kes jî birîndar kiribû.