Qurbaniyên qirqikirinê yên hatine jibîrkirin: Romen
Qurbaniyên qirqikirinê yên hatine jibîrkirin: Romen
Qurbaniyên qirqikirinê yên hatine jibîrkirin: Romen
Di dema şerê duyemîn ê cîhanê de herî kêm nîv mîlyon Romen, ji aliyê Naziyan ve hatin qetilkirin û ligel vê rastiyê kêm kes dizanin. Sedema vê jî ev ku Romen bi salanin vê rastiyê pir kêm tînin ziman û bê hestiyariya welatên Rojava ya li dijî qirkirinê.
Almanyayê qirkina Romanan ya di sala 1982’an de wekê ya Yahudiyan qebûl kir. Berbi dawiya şerê duyemîn yê cîhanê Şefê SS Heînrîch Hîmmler talîmata berhevkirina Romenên dawî yên di kampên berhevkirinê de da. Di sala 1944’an de di şeva 2’ê Tebaxê de di kampa Auschwîtz de 3 hezar Romen di odeyên gazê de hatin qetilkirin. Ji ber vê sedemê 2’ê Tebaxê wek şeva Romanan hat bi navkirin. Polonyayê du sal berê ev roj wek Roja Bîranîna Romenan îlan kir.
Rêxistinên Romenan daxwaz kirin ku Welatên Ewropayê û Netewên Yekbûyî, Polonyayê bişopînin û ev roj ji aliyê wan ve jî bê qebûlkirin.
Bi wesîleya Şeva Romenen li Stokcholmê merasîmeke bîranînê pêk hat û di merasîmê de wezîrê Entegrasyonê yê Swêdê Erîk Ullenhag axaftinek kir û da zanîn ku Naziyan li Yahudiyan çi kir, li Romenan jî wisa kir û di kampan de di odeyên gazê de qetil kirin. Ullenhan da zanîn ku beşeke ji wan jî ji aliyê Dr Mengele wek sewalên cerebandinê hatine bikaranîn.
PÊKÛTIYÊN DIJMIROVAHIYÊ
Ullenhag destnîşan kir ku qirkirin di dîroka mirovahiyê de sûcê herî mezine û got di heman salan de jî li Swêdê Romen bi darê zorê hatin nezayok (kısırlaştırma) kirine û mafê wan yên tevli hilbijartinan bibin tuneye. Ullenhang wiha got: “Li Swêd û Ewropayê li dijî romenan newekhevî didome. Li Macarîstanê siyasetmedar dibêjin Romenan bikujin. Divê li dijî van têkoşîn bê dayÎn. Li dijî vê xerabiyê bêdengî xetereye. Ji ber vê jî divê şeva 2’ê tîrmehê ezê komkujiya Romenan her tim vebêjim.
Bagir Kwîek yê kalê wî di kampa berhevkirinê de hat kuştin axivî û wiha got: “Tu carî artêşa me Romenan çênebû. Me li dijî tu kesî şer nekir. Me tu gel nekir bin zextan. Me neheqiyên l ime hat kirin protesto nekir. Em tenê ji bo aştiyê dijîn. Em dixwazin bi kesên din re wekhev bijîn.
DIVÊ QIRQIRIN BÊ QEBÛLKIRIN
Di nava wan de 7 parlamenter jî hebûn 22 nûnerên endamên rêxistinên demokratîk û Romenan daxuyaniyek hevpar dan û diyar kir Almanyayê bi salan qirkirina Romenan ji nedîtîve hat û 30 sal berê bi dîroka xwe re hat rûh ev û qebûl kir ku qirkirina Romenan jî parçeyekê qirkirin û îdeolojiya Nazî bû.