Qurbaniyên Madimakê li Munchenê hatin bîr anîn
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) bi merasîmekê ku li bajarê Munchenê, rewşenbîrên ku di hotela Madimakê ya bajarê Sêwasê hatibûn qetil kirin bi bîr anî.
Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) bi merasîmekê ku li bajarê Munchenê, rewşenbîrên ku di hotela Madimakê ya bajarê Sêwasê hatibûn qetil kirin bi bîr anî.
Bi munasebeta salvegera komkujiya Madimakê ya 2 tîrmeha 1993’an ku tê de tevî 33 rewşenbîrên Elewî bi giştî 37 kes jiyana xwe ji dest dabûn, merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.
Di merasîma bîranînê ya ku ji hêla FEDA’yê ve hate li darxistin, li ser navê federasyonê Ayten Sîmsîr axivî û got, “komkujiyên Dersim, Koçgirî, Mereş, Çorum û Gaziyê jî encamên heman hişmendiyê ne.”
Sîmsîr wiha pê de çû, "Mirov nikare bihizire ku wan komkujiyane ji politîkayên înkar, asimîlasyon û nihêrandina kevneşopa dewletê ya li hemberî gelê Kurd û civaka Elewî qut e. Îro rêya rûbirûbûn û pirsîna hesabê vê komkujiyê, ji mezin kirina têkoşîna hevbeş ku bi bernameya azadî û demokrasiyê bê meşandin re derbas dibe."
Sîmsîr bi vî awayî axivî, "Pêwîste ku hemû gel, nasname, bawerî û çandên li tirkiyê, hêz, enerjî û vînên xwe bikin yek û têkoşîna wekhevî û edaletê mezin bikin."
Endamê FEDA’yê Pîr Elî Bîlal jî wiha da diyarkirin, “Bawermend û gelên ku azadiya wan nîne, heya ku azadiya xwe bidest nexînin vê mehkûmê wendakirina nirxên xwe û dûr ketin ji vana be."
Hozan Delîl Xidir jî kilamên xwe yên di derbarê komkujiya Dersimê pêşkêş kir. Civîna bîranînê ku tê de yên tevlê bûyî pirsiyar û nêrînên xwe diyarkirin, bi kilamên Delîl Xidir re bi dawî bû.