QSD: Li Efrînê şer giran e, 30 leşker û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şerê heta niha didome de herî kêm 30 leşker û çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şerê heta niha didome de herî kêm 30 leşker û çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya roja 53’an a Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li gelek eniyên Efrînê şerekî dijwar diqewime û heta niha herî kêm 30 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;
ʺTevî biryara Konseya Ewlehiyê ya navneteweyî ya rawestandina şerê li Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrîşên li dijî herêma Efrînê didomîne û sivîlan dike hedef. Dewleta Tirk bi vê yekê biryara konseyê binpê dike. Li hember van êrîşan hêzên me jî neçarin mafê xwe parastinê bi kar bînin û bersiva êrîşan bidin.
BAJARÊ EFRÎN
Bombebarana balafirên Tirk a li ser taxên bajarê Efrînê didomer. Di bombebarana duh de beşa zarokan a Nexweşxaneya Avirîn jî bû hedef.
CINDIRÊSÊ
Li tevayî gundên eniya Cindirêsê di navbera şervanên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Şerê herî giran li gundê Satiya rû da. Li aliyekî din jî artêşa dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşan vê eniyê dikin.
BILBILÊ
Tevayî gundên Bilbilê bûn qada şerê di navbera şervanên me û artêşa dagirker û çeteyên wê. Bi van şeran re hemwext, dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balefiran êrîşî van gundan kir. Şerê herî giran û bombebarana herî dijwar li gundê Bêlê bû. Di encama şerê ku duh li vê eniyê qewimî de, 19 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.
ŞIYÊ
Li eniya gundên Mişkê, Mixara û Çeqmaqa ji duh ve şerekî dijwar di navbera şervanên me û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de diqewime. Di encma şer de 11 leşker û çete hatin kuştin. Bi van şeran re hemwext, dagirkeriya Tirk bi çekên giran û balefiran êrişî van gundan kir.”