Qirkirina siyasî li Artvînê hate şermezarkirin

Girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan li Artvînê ji hela gel ve hate şermezarkirin.

HDP û endamên Halkevî yên Artvînê li bînahiya navçeya rêxistinê ya HDP’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan hate şermezarkirin.

Daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Artvînê Hulya Vayiç xwend. Vayiç got, dengên ku HDP’ê di hilbijartina 7’ê Hezîranê de standî ji Erdogan re bûye şevreşk û AKP ji wê demê ve polîtîkayên şer û dijî jin dide xebitandin.

Vayiç wiha got, ‘’Em li welatê xwe heta ku rejîmeke piranîxwaz û demokratîk, di nav aştiyê û aramiyê de ava bikin, têkoşîna xwe em ê bi birdarî bidomînin.’’ Vayiç herî dawî got, ‘’Li dijî dijberbûna civakî em ê yekîtiyê biparêzin. Em li parlamentoyê jî bin, li girtîgehê jî bin, em ê ramana xwe biparêzin û tiştek nikare me ji têkoşînê dûr bixe.’’