Qirkirina siyasî: Li 3 bajaran herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
Li Amed, Mêrdîn û Kocaeliyê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Li Amed, Mêrdîn û Kocaeliyê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.
Îro sibehê polîsan li navçeya Gebze ya Kocaeliyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Muhammet Zaman, Taner Aslan û Kadîr Ankay hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û tê payîn ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.
AMED
Li navçeya Farqîn a Amedê jî polîsan danê sibehê bi ser gelek malan de girtin û gelek kes ku di nav de endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) jî hene hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin derbasî Midûriyeta Polîsan a Farqînê hatin kirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.
Navên çend binçavkiriyan wiha ne: Mizbah Mûnar, Kenan Kaydû, Abdullah Arşîment, Hasan Yanik, Veysî Soliyaz û Farûk Koday.
MÊRDÎN
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî di serdegirtina malan de 6 kes hatin binçavkirin. 6 kesên ku bi îdîayê derbarê wan de gilî heye, birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.