Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê de operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Her roj bi dehan kes tên girtin û binçavkirin. Li Sêrt, Wan û Enqereyê 10 kes hatin binçavkirin, li Amedê jî 8 kes hatin girtin.
SÊRT
Li Sêrtê danê vê sibehê, polîsên rû pêçandî avêtin ser 5 malan. Di serdegirtinên li taxên Çal, Bariş, Conkbayir, Dûmlûpinar û Affetê de S.O. û Z.E. ên 17 salî, Mucahît Erdogan, Bariş Tûncay û Tajdîn Çaglar hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Polîsan welatiyên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê.
AMED
Li navçeya Amed Erxeniyê 8 kesên beriya 4 rojan di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê derxistin pêşberî Edliyeya Erxeniyê. Li dû temambûna îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê 8 welatî sewqî dadgehê hatin girtin. Dadgehê jî welatiyên bi navê Mazlûm Guzel, Vedat Alpyilmaz, Mûrat Genç, Abbas Akhatûn, Kemal Aslan, Ethem Onûş, Abdullah Karakaş û Baran Aladag bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "li ser navê rêxistinê sûc kirine" girt û ew şand Girtîgeha Tîpa D a Amedê.
ENQERE
Li Enqereyê danê sibehê polîsan û jendermeyan li Yenîmahale, Sîncan û Keçîorenê bi îdîaya "rêxistinbûyîna PKK'ê ya li nava bajêr" avêtin ser 5 adresan. Di serdegirtinên malan de herî kêm 5 kes hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.
WAN
Li navçeya Wan Erdîşê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û Hevserokê DBP'ê yê Erdîşê Abdûrrahman Tûran û welatiyê bi navê Saît Butun, ji ber lêpirsîna bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" kirin binçavan.