Qîmetê Lîreyê Tirk her kêm dibe: Kêm maye ku Dolar bibe 5 TL

Piştî ku li Tirkiyeyê rejîm guherî, qîmetê lîreyê Tirk kêmtir bû. Hindik maye Dolar bibe 5 TL.

Lîreyê Tirk ku demeke dirêj e li pêşberî Dolar bê qîmet dibe, destpêka hefteyê du derb bi carekê xwar.

Li Tirkiyeyê desteya nû ya wezîran hate eşkerekirin. Zavayê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Berat Albayrak bû Wezîrê Xezîne û Maliyeyê. Biryarnameyek hate weşandin ku li gorî vê yekê bandora Erdogan a li ser Banka Navendî zêde bûye. Piştî van bûyeran, lîreyê Tirk destpêka hefteyê bi rêjeya 3.5 ji sedî bê qîmet bû. Şeva Çarşemê, Dolar li borsa New Yorkê li pêşberî Lîreyê Tirk di asta herî bilind de rekor şikand û bû 4.97 TL.

Dolar bi 4.87 lîreyî dest bi rojê kir. Pispora Commerzbankê Antje Praefke got, "Di hikumeta Erdogan de kesên ku ji aboriya bazarê fêhm dikin nîne. Bi têgihiştina alîgiriyê desteya wezîran hatiye diyarkirin. Ev yek nîşaneyeke baş nîne."