Qibrisiyan piştgirî da berxwedana Parka Gezî

Qibrisiyan piştgirî da berxwedana Parka Gezî

Gelê Qibrisê li Lefkoşa êrîşa polîsên Tirk a li hemberî berxwedêrên Parka Gezî şermezar kir.

Qibrisiyên li bakurê Qibrisê jî piştgiriya xwe ya ji berxwedana Parka Gezî re nîşandan û êrîşa polîsên Tirk bi meşekê protesto kirin. Girse ku li ber Parka Kugulu ya Lefkoşa kom bû heta sefaretxaneya Tirkiyeyê meşiya.

Girseyê heta sibehê li ber sefaretxaneyê çalakiya protestoyî li dar xist û  bi dirûşmayên xwe Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hukûmeta AKP’ê şermezar kir.