Qeyyûm 40 karker ji kar derxist
Qeyyûm ê ku şaredariya Akdenîzê ya DBP desteser kir, 40 karker ji kar derxist.
Qeyyûm ê ku şaredariya Akdenîzê ya DBP desteser kir, 40 karker ji kar derxist.
Zilma ji aliyê qeyyûmê ku şaredariya Akdenîzê desteser kir didome. Li ser fermana qaymeqam Hamdî Bîlge Aktaş yê ku weke qeyyûm hat li ser şaredariya Akdenîzê ve ji derbarê 500 karkeran de lêpirsin hat destpêkirin û 40 karker jî kar hatin avêtin.
Hat hînbûn ku 40 karkerên ku kar hatinê derxistin bi hinceta encama lêpirsînê ‘kesên bigûman’ hatine dîtin.
Hijmara Karkerên ku ji aliyê qeyyûm ve, karkerên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin û kar hatine avêtin bû 58 kes.