Qeymeqam ji bo navê Kurdî got 'zimanê biyanî' û red kir

Navê 'Rindêxan' ku Meclîsa Farqînê ya Amedê li parkekê kir, ji aliyê qeymeqam ve bi hinceta 'zimanê biyanî' ye hate redkirin.

Meclîsa Şaredariya Farqînê ya Amedê ku ji aliyê DEM Partiyê ve tê birêvebirin, biryar da ku 'Qada Bajêr a Kiliçarslan a 1'emîn weke 'Rindêxan' biguherîne. Ev qad sala 2023'an temam bûbû lê ji aliyê qeyûmê desthilatdariyê ve navê 'Qada Bajêr a Kiliçarslan ê 1'emîn' lê hatibû kirin.

Qeymeqamê li Farqînê biryara guhertina nav a ji aliyê şaredariyê ve hate wergirtin bi hinceta ku 'Ne bi Tirkî ye, di ferhenga Saziya Ziman a Tirk de nîne û li gorî pîvanên ziman ê biyanî ye' red kir.