Dadgeha Cezaya Giran a 3. a Bursayê, di doza ku têkildarî parêzerên Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez û Muhdî Otuzun de bi hinceta ku di hevdîtina bi Ocalan re ‘agahiyên têkildarî rêxistinê ragihandine û mijara ku çi bikin de agahî girtine’ hatibû vekirin, biryar da. Heyetê da zanîn ku qeydên têkildarî hevdîtina parêzer-muwekîl nekare bê lêkolînkirin û qeyda deng a bi biryara Dadgeha Înfazê hatiye kirin li dij hiqûqê ye û her du parêzer beraet kirin.
Dozgeriya Komarê ya Bursayê têkildarî parêzer Îbrahîm Bîlmez û Muhdî Oztuzun de bi hinceta hevdîtina bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan ya di 13’ê Tebaxa 2010’an de pêk anîn de ji sûcê ‘endamê rêxistina terorê’ doz hat vekirin. Di îdîanameya hatibû amadekirin de hat gotin ku bi biryara Dadgeriya Înfazê ya 1. a Bursayê peywirdarek di hevdîtinê de amade bûye û axaftin ji aliyê peywirdar ve hatiye qeydkirin. Li gorî vê qeyda deng tê îdîakirin ku di hevdîtina parêzer-muwekîl de parêzer di mijara operasyonên li dijî PKK’ê, windahî, stratejî, armanc û pêşketinê de agahiyan didin. Her wiha têkildarî naveroka hevdîtinê de tê gotin ku ‘têkildarî rêxistina terorê de Ajansa Nuçeyan a Firatê weşandan dike û li gor naveroka hevdîtinên bi rêveberên rêxistinê re ji endamê rêxistinê re radigihînin.” Di îdînameyê hat gotin divê bê qedexekirin ku parêzeriya Ocalan nekin.
LI DIJ HIQÛQÊ YE
Parêzer Bîlmez û Oztuzun diyar kirin ku qeydkirina hevdîtina bi muwekîlê wan re dij hiqûqê ye û ji ber vê nekare têkildarî wan de wek delîl bê bikaranîn.
Dozgerê Komarê yê mutala da doza li Dadgeha Cezaya Giran a 3. ya Bursayê diyar kir ku qeydên hevdîtina di navbera parêzer û mwvekîl de li dij Qanûna Têkildarî Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Cezayê ye û xwest biryara beraeta wan bê dayîn.
Dadgeh jî beşdarî vê nêrîna dozgeriyê bû û têkildarî du parêzeran de biryara beraetê da.
DERKET HOLÊ KU DOZA KU 36 PARÊZER TÊDE DIHATIN DARIZANDIN VALA YE
Îbrahîm Bîlmez biryar dadgehê ji Med Nûçe Tv re nirxand û got: “Bi vê biryarê de derket holê ku em mafdar in. Ev jî tê wateya ku ti esasa hiqûqî ya di van dozên ku bi dehan parêzer têde tên darizandin tine. Bi taybet jî doza 36 parêzerên ku hatin girtin û dariandin jî di rastiyê de derket holê ku vala ye. Ji ber ku doz li ser van belgeyên ku dihat îdîakirin hatibû vekirin. Ev jî bi biryara dadgehê hat tescîlkirin ku ev li dijî hiqûqê ye.”
Bîlmez di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ev pêkanînên qeyd û dozan hemû birêz Ocalan hedef girtine û hatine hilbijartin, yanî ev doz siyasî ne.