'Qeyda pêvajoya em tê de cih digirin: Hevala xwe meraq dikim'
'Qeyda pêvajoya em tê de cih digirin: Hevala xwe meraq dikim'
'Qeyda pêvajoya em tê de cih digirin: Hevala xwe meraq dikim'
Dokûmantera bi navê "Hevala xwe meraq dikim" a ji Atolya Sînema ya Însiyatîfa Jinên Serbixwe ji aliyê Fusûn Arda, Julîde Aslan, Şukran Mengîrkaon û Ozlem Dîler ve hat amadekirin, çend roj berê li Navenda Çandê ya Îzmîr Fransî, hat nîşandan. Di fîlm de, çîroka 4 jinên di dema berxwedana Gezî de li Îzmîrê hatin binçavkirin û girtin, tê vegotin.
'QEYDA PÊVAJOYA EM DI NAV DE CIH DIGIRIN'
Fusûn Arda behsa "çawaniya li hev kombûna" xwe kir û û anî ziman ku jinên di Atolyeya Sînema ya Însiyatîfa Jinên Serbixwe de cih digirin, ji xwe di nava tevgera jinê de weke aktîvîstan amade ne. Arda got, "Ji ber vê yekê, dikarim bêjim ku bû qeyda pêvajoya me jê re şahidî kir û di nav de cih girt" û sedema vegotina çîroka bi tenê 4 jinan wiha anî ziman:
"Dema em ji bo Atolyeya Sînema Jinê ketin ser rê, me xwestin li cîhaneke nirxên nêr serdest in, jinan, jinên berxwedêr, piştevaniya jinê bi nêrîna jinê vebêjin . Li Îzmîrê ji girtiyên Gezî 4 jê jin bûn. Bêguman weke rêxistinên jinan me yê ew bi tenê nehişta. Me meraq dikir ka çi hatiye serê wan û li rê û rêbazên alîkarîdayîna wan digeriyan. Weke navê fîlm jî, tiştekî sloganîst ê weke navê kampanyayê neket bîra me. Jinan hevalên xwe meraq dikirin û me ev hestên xwe bilêv kirin.
Hejmara jinên girtiyên Gezî yên li Îzmîrê ji xwe 4 bû. Yanî ji nava gelek jinên girtiyên Gezî me 4 kes hilnebijartine."
'GELO DIVÊ EM JIYANÊ JI TÊKOŞÎNÊN MÊRAN HÎN BIBIN?'
Julîde Aslan jî pirsa "Weke jin gelo em ê hîn ê li çiqas çîrokên gihandin û mezinbûnê ya bi lehengiya mêr guhdarî bikin" pirsî û got, "Gelo divê hînê jin jiyanê ji pirtûk û fîlmên ji têkoşîna mêran hîn bibe? 'Em êdî naxwazin li stranê guhdarî bikin, em dixwazin bistirên'. Em dixwazim bi çavê xwe, êdî her tiştên aydî jinê vebêjin. Em dixwazin cudahiya nêrînê nîşan bidin. Em dixwazin ne ya çav dibîne, ya mejî fêm nake vebêjin."
'ME BAL KIŞAND SER LÊGERÎNA TAZÎ Û BINPÊKIRINÊN DIN ÊN MAFAN'
Aslan bal kişand ser fînansmana dokûmanterê û got, "Li dora sifreyeke ku jinan ji bo tevkariya li Atolyeya Sînemayê amade kir, gelek jin rûniştin. Em xwarin, vexwarin, kêfxweş bûn û bi alîkariya wan a madî û manewî em ketin ser rê."
Aslan da zanîn ku di pêvajoya Gezî de girtiyên jin ên li Îzmîrê rastî gelek zext û îşkenceyê hatin, yek ji van lêgerîna tazî ye û destnîşan kir ku wan di fîlm de xwestine balê bikşînin ser van binpêkirinên mafan.
'EM Ê JINAN BI ZIMANEKÎ JINÊ VEBÊJIN'
Şukran Mengîrkaon jî da xuyakirin dokûmantera "Hevala xwer meraq dikim" yekemîn fîlmê Atolyeya Sînema ya Însiyatîfa Jinê ya Serbixwe ye û anî ziman ku bi rêya çîrokên şexsî jî mijarên civakî dikarin werin vegotin. Mengîrkaon diyar kir ku ji niha û pê ve jî ew dixwazin jinê bi zimanekî aîdî jinê bînin ziman û ragihand ku ji ber kêmasiyeke bi vî rengî ya di sektora sînema de, wan mijara jinê derxistine pêş.
'ÇÎROK BI NÊRÎNA NÊRZA TÊ VEGOTIN'
Ozlem Dîler da xuyakirin ku di sînema heyî ya Tirkiyeyê de çîrokên jinê bi têrkerî nayê bikaranîn û da zanîn, ku di rewşa heyî de "mêrîtî" li vê qadê serdest e. Dîler got, "Bi têrkerî çîroka jinê nîne. Heta ku çîrokên bi nêrîna nêrza zêde bin, bêguman wê 'mêrîtî' hînê aktîf be."
Jinên xebatkarên Atolya Sînema ya Însiyatîfa Jinê ya Serbixwe, ji Ûfûk Tambaş a di vî karî de ji wan re bû alîkar, spasiyên xwe pêşkêş kirin.