Qewil bi ser Doza Qetlîama Sêwazê hat xistin û doz hat betalkirin

Şandeya dadgehê biryar da ku doza sê bersûcên firarî ya têkildarê Qetlîama Sêwazê tên darizandin, bi hinceta qewil bi ser ketiye, betal bibe.

30 sal di ser Qetlîama Sêwazê re derbas bûne. Ji lew ma gelek kes tev li rûniştina doza bersûcên firarî yên qetlîamê Mûrat Sonkûr, Eren Ceylan û Mûrat Karakaş bûn. Rûniştina dozê îro li Dadgeha Cezayên Giran a 1’emîn a Enqereyê bû. Malbatên xizmên wan di qetlîamê de hatine qetilkirin, komeleyên Elewiyan, rêxistinên civakî yên sivîl, Parlamentera Partiya Kedê ya Dîlokê Sevda Karaca, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlamentera Amedê Sevîlay Çelenk, Parlamenterê Stenbolê Celal Firat, Parlamenterên CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Gokçe Gokçen, Orhan Saribal, Velî Agbaba, Ûlaş Karasû û gelek tev lê bûn.

‘KUJER BI AWAYEKÊ ORGANÎZEKIRÎ DERXISTIN DERVEYÊ WELÊT’

Doz bi parastina parêzeran dest pê bû. Parêzer Şenal Sarihan got: ‘’ Ez şahid û parêzera vê dozê me. Ji sala 2019’an û pê ve sê bersûc wek firar hatin hesabkirin. Çima dixwazin qewil bi ser vê dozê bixin? 30 sal in malbat daxwaza edaletê dikin. Em ji Elmanyayê re binivîsin ku bila her sê bersûcan bidin. Ji bo guhdarîkirina li van şahidên firar ên di dosyeyê de bi hezaran delîl hene. Ev kes bi awayekê organîze derxistin derveyê welêt.’’

'JI BER KU EDALET BI DERENGÎ KET, QETLÎAM BERDEWAM BÛN'

Serokê Giştî yê Komeleya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe, diyar kir ku cara yekemîn e mafê axavtinê didin komeleyan û wiha axivî: ‘’Cara pêşîn e ku li ser navê komeleyê wek serok diaxivim. Nivîsa li pişt we xwezî li pêşiya dadgehê bûya. Ne bi tenê yên li salonê hemû dinya daxwaza edaletê ji we dike. Li şûna ku wê bi mexdûran re bin. Bi kujeran re ne. Hişt ku kujer birevin. Revîna wan organîze kir. Ên ev mexdûriyet kiriye, divê bên darizandin. Ji ber ku edalet bi derengî ket, Qetlîamê Gazî, Qetlîama Roboskiyê, Qetlîama Mereşê, Qetlîama Pirsûsê bû.’’

 ‘SÛCÊ QIRKIRINÊ LI DIJÎ ELEWIYAN HAT KIRIN’

Parêzerê Huseyîn Karababa Coşkûn Ozbekîroglû jî wiha got: ‘’Wê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku du kujerên Qetlîama Madimakê ya Sêwazê daye berdan, bê darizandin?  Dîrok wê her kesê çepik ji bo Qetlîama Madimakê li hev xistine bidarizîne. Kemal Kiliçdaroglû ku Temel Karamollaoglû ku berpirsekê mezin ê qetlîamê ye, hewil dide ji dozê bişo û partiyên mixelefetê jî bidarizîne. Ev qetlîam sûcekê qirkirinê ye ku li dijî Elewiyan hatiye kirin.’’

 ‘EZ HESAB JI WE DIXWAZIM’

Parêzer Ayça Çaglar got ku Qetlîama Madimakê nîşaneya herî şênber a sûcê li dijî mirovahiyê ye û got: ‘’Ji bo kêmkirinê be jî qet nebe mirov bersûcan bigire û bide destên edaletê. Nabe ku qewil bi ser bikeve. Ez hesab ji we dixwazim.’’

 ‘LI BER RADESTKIRINA KUJERAN TU ASTENGÎ NÎN E’

Ozturk Turkdogan ku parêzerekê dozê ye, anî ziman ku li ber îadekirina bersûcên firar tu astengî nîn û wiha got: ‘’Mafê zanîna bi rastiya ya malbatên xizmên wan hatine kuştin, hatiye binpêkirin. Kujeran ev Qetlîama Sêwazê çima kir, em dixwazin pê bizanin. Li ber îadekirina bersûcên firar tu astengî nîn e. Bi tenê divê dadgeh biryardar be. Desthilata siyasî naxwaze ev bûyer eşkere bibe. Lewra me îdia ew e ku ev doz eşkere bibe wê gelek kesên di nava desthilata siyasî de neçarê rûbirûbûna rastiyê bibin.’’

Piştî ku parêzerên parastin kirin, şandeya dadgehê hemû daxwaz red kirin.

DOZGER GOT KU BILA DOZ BETAL BIBE

Dozgerê rûniştina dozê mitaleya xwe di der heqê esasê dozê de kir, bi lêv kir ku 30 sal bi ser dozê ketiye û daxwaza ketina dozê kir. Yên li salonê bertek nîşan da.

QEWIL BI SER DOZÊ KET

Gava ku wê şandeyê biryar bidaya, polîs ket wê hewilê ku bikeve salona dadgehê. Girseyê bertek nîşan da, got: ‘’Biçin kujeran bigirin’’ û polîs ji salonê hatin derxistin.

Şandeya dadgehê biryar da qewil bi ser dozê ketiye û doz betal bû.